* Qeyûmê ku milyarek TL deyn xistiye stuyê Şaredariya Êlihê, rêyek jî di nav de gelek erseyên daye ber firotinê. Hevşaredar Mehmet Demîr anî ziman ku ew ê destûrê nedin talanê.
* Hunermend Onûr Evîn ji bo danasîna albuma xwe ya nû ya bi navê "Em Nadin" ji serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenboê daye ku konserekê li dar bixe, lê şaredariyê bi hinceta "tadîlat heye" hêwan endaye wî.
* Rêveberê TUAY-DER'ê yê Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku her ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin û got: “Divê em zanibin ku sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û derve tecrîd e. Em dikarin bi têkoşînê pêşî li ber vê bigirin."
* Pedagog-nivîskar Adar Jiyan destnîşan kir ku pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiyê ya ku perwerdekirina mamoste û xwendekarên baş esas digire heye û got: “Divê perwerde aramî, wekhevî, rêzdarî û yeksaniya hemû mirovan; nirx û hêjahiyên mirovahiyê yên wijdanî exlaqî li ber çavan bigire.”
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de berdewam dike.
* TJA, li Qada Avcilar a Stenbolê wê çalakiyekê li dar bixe. (15.00)
* Di pêşengiya MED TUHAD-FED’ê û TÛAY-DER’ê de wê têkildarî komkujiyên li girtîgehan diqewimin li Cadeya Lîseyê ya Amedê daxuyanî bê dayîn. (17.00) ZINDÎ