Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide

  • rojane
  • 09:02 21 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Afîşa HADEP'ê ya aîdî sala 1999'an a li Bahçelîevlera Stenbolê bi dîwarê avahiyekê ve zeliqandî, 23 sal in tevî hemû berf û baranê, ba û tavê jî li ber xwe dide.
 
Afîşa danasîna namzedên Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) ku ji sala 1999'an ve bi dîwarê avahiyek li taxa Şîrînevler a navçeya Bahçelîevlera Stenbolê ve zeliqandiye, ev qas sal in tevî hemû ber û baranê, ba û tavê jî li ber xwe dide. Di afîşa HADEP'ê ya sala 1999'an de wêneyên namzetên wê demê Bahattîn Gunel, Mehmet Satan û Pervîn Bûldan hene. Mehmet Satan û Bahattîn Gunel niha bi awayekî çalak ne di nava siyasetê de ne, lê Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e.
 
NAMZETÊN DI AFÎŞA HADEP'Ê DE
 
Bahattîn Gunel ku navê wî li ser afîşa hilbijartinê ya bi dîwarê avahiyek taxa Şîrînevlerê ve hatiye zeliqandin, di sala 1999'an de dema wekî namzet hat nîşandan di Girtîgeha Gudulê ya Enqereyê de bû. Gunel ku di heman demê de endamê damezrîner ê Partiya Kedê ya Gelan (HEP) û Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP) bû, di sala 1999'an de Sekreteriya Giştî û Serokatiya Giştî ya HADEP'ê jî kiriye. Gunel ku 13 salan bi awayekî çalak di nava siyasetê de bûye, bi hinceta ku tevli protestoyên têkildarî girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûye û di kongreya HADEP'ê de alaya tirk daxistiye, 4 sal û nîv ceza lê hatibû birîn. Gunel niha bi awayekî çalak ne di nava siyasetê de ye. 
 
28 SAL IN TÊDIKOŞE
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku piştî kuştina hevjînê wê yê karsazê kurd Savaş Bûldan ê di Hezîrana 1994'an de bi cinayeteke kiryar nediyar hat qetilkirin daxilî nava siyasetê bû, di sala 1995'an de wekî endama "Dayikên Şemiyê" tev li çalakiyan bû. Bûldan ku di van salan de 2 serdeman di HADEP'ê de endamtiya Meclisa Partiyê kiriye, di sala 2005'an de di nava 1000 jinan wekî namzetên Xelata Nobelê ya Aştiyê de hatin nîşandan de cih girt. Bûldan ji bo ku di hilbijartinên giştî yên 2007'an de di nava Namzetên Hezar Hêvî de cih girt û wekî parlementera serbixwe ya Îdirê çû Meclisê. Bûldan piştre tevlî koma Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû. Piştî girtina DTP'ê, Bûldan di nav Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de bi awayekî çalak siyaset kir. Bûldan, niha Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e.
 
Mehmet Satanê ku di afîşê de cih digire û wê demê Cîgirê Serokatiya Giştî ya HADEP'ê bû ji ber nêrînên xwe dest ji siyaseta çalak berda. 
 
ZEXTÊN LI SER HADEP'Ê
 
Ji Partiya Kedê ya Gel (HEP) heta HDP'ê têkoşîna kurdan a di warê siyasetê de tevî hemû zor û zehmetiyan bênavber dewam dike, çendî heya niha gelek partiyên wan hatibin girtin jî. Li ser HADEP'ê jî ku di 11'ê Gulana 1994'an de hat avakirin, zextên siyasî, îdarî û hiqûqî tim hebûn. HADEP ku di salên cinayetên kiryar nediyar de xebatên xwe domandin, bi taybetî xebatkarên wê di hedefa dewletê û hêzên kontra de bûn. Di 2'yê Hezîrana 1994'an de damezrînerê HADEP'ê û endamê Meclîsa Partiyê Muhsîn Melîk û ajokarê wî Mehmet Ayyildiz li Rihayê ji aliyê hêzên paramîlîter ve hatin qetilkirin. Di 24'ê Hezîrana 1996'an de, di dema Kongreya 2'yan a HADEP'ê de bi hinceta alaya tirk hatiye daxistin Serokê Giştî yê HADEP'ê Mûrat Bozlak û 50 endamên Meclîsa Partiyê ber destê sibehê li hêwana kongreyê hatin binçavkirin. Bi vê re polîsan avêt ser navenda giştî ya partiyê û arşîv desteser kirin. Di 4'ê Tîrmeha 1996'an de Bozlak û endamên Meclîsa Partiyê ji aliyê Dadgeha Ewlehîya Dewletê ve hatin girtin.
 
BINÇAVKIRIN Û GIRTIN
 
Xebatên partiyê bê hincet hatin îllegalîzekirin. Di 10'ê Sibata 1998'an de ji ber salnameya 1998'an û semînera perwerdehiyê ya li Navenda Giştî ya HADEP'ê hat lidarxistin, polîsan avêt ser partiyê. Di avêtina ser partiyê de 4 beşdarvanên semînerê hatin binçavkirin û arşîvan partiyê hat desteserkirin. Di 12'ê Sibata 1998'an de cardin polîsan avêt ser Navenda Giştî ya HADEP'ê. Serokê Giştî Mûrat Bozlak, Sekreterê Giştî Hamît Geylanî, Cîgirê Sekreterê Giştî M. Zeynettîn Onay, Cîgirê Serokê Giştî Mehmet Satan, Hesabgirê Giştî Îshak Tepe, Endamê Desteya Rêvebiriya Navendî (MYK) Alî Riza Yûrtsever û endamê Meclîsa Partiyê Melîk Aygul hatin binçavkirin. Di heman serdegirtinan de 13 rêvebirên navendî hatin binçavkirin û Sekreterê Giştî yê Partiyê Ahmet Tûran Demîr, Cîgirê Serokê Giştî Bahattîn Gunel û endamên Meclîsa Partiyê Emîne Misir, Huseyîn Yilmaz û Şahabettîn Ozarslaner û 7 serokên bajêr hatin girtin. Di 6-8'ê Kanûna 1998'an de bi boneya şermezarkirina avêtina ser partiyê,  ji bo 3 rojan gerva birçîbûnê hat destpêkirin. Di dema grevên birçîbûnê de polîsan avêt ser gelek avahiyên partiyê yên bajar û navçeyan. 7 rêvebirên navendê, 249 rêveberên bajar û navçeyan û 250 endam hatin binçavkirin. 2 endamên Meclîsa Partiyê, 39 rêveber û 6 endam hatin girtin.
 
HADEP HAT GIRTIN
 
Di 25'ê Çileya 2001'ê de ku kuştinên kiryar nediyar her roj çêdibûn, Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê yê Silopiyayê Ebûbekîr Deniz ji bo îfadeyê çûn Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Taniş û Denîz, piştî çûn qereqolê hew vegeriyan û ji wê çaxê ve agahî ji wan nayê girtin. Di 13'ê Adara 2003'yan de Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Mustafa Mûmîn daxuyand ku HADEP bi yekdengî bi sûcdariya "bûye navendeke terorê" hatiye girtin.
 
TÊKOŞÎNEKE BÊNAVBER
 
Partiyên ku kevneşopiya siyasî ya kurd temsîl dikin her tim bûne hedefa dewletê û bi girtinê re rû bi rû mane. Partiya Kedê ya Gel (HEP), Partiya Azadî û Wekheviyê (ÖZEP), Partiya Azadî û Demokrasiyê (ÖZDEP), Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP), Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) û Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hatin girtin. Li şûna her partiyek hat girtin bi navekî nû partiyek din hat vekirin. Ramana siyasî ya ku vê kevneşopiyê temsîl dike, niha wekî pêkhateya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yek ji aktorên herî girîng ê qada siyasî ye. Weki afîşa HADEP'ê ku 23 sal in tevî berf û baranê, ba û tavê jî neriziyaye, tevgera siyasî ya kurd tevî hemû zext û çewisandinên dewletê jî bênavber têdikoşe û rêça xwe didomîne. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

22/08/2022
09:05 Bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane
09:04 Bi mijarên jin, xweza û aştiyê dîwaran dixemilîne
09:04 Rêxistinên Rojnamevanan: Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne
09:03 'Pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiya wijdanî, exlaqî heye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2022'YAN
21/08/2022
19:55 Ji Amedê bang kirin: Em ê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin bêdeng nemînin
18:50 Zarokê ku kete germavê jiyana xwe ji dest da
18:40 HDP li Feraşînê bi gel re civiya
16:48 Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên Dêrikê
16:02 Dîmena danasînê ya şeva piştevaniya çapemeniya azad hat weşandin
15:55 Gardiyanan gef li girtiyên ku hejmartina li ser piyan qebûl nekirin xwarin
15:37 HDP çû şîna Bazo Yilmaz
15:24 Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e
15:13 20 kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
14:04 Sê welatiyên ku leşkeran ew girtibûn, hatin berdan
14:03 Li herêma Zozanên Şênê şer qewimî: Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê
13:29 Şahidên qezayê vegotin: Bergirî nehatin girtin, barê TIR’an zêde bû
12:26 Piştî civînên Soçî û Tehranê 8 zarok hatin qetilkirin, 24 jî birîndar bûn
11:58 Li Dîlokê karkerên fistiqan qeza kirin: 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn
11:43 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de ye
11:26 Jinên siyasetmedar bang kirin: Divê em bibin qêrîna Aysel Tûglûk
10:40 Kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
10:26 Hewza Firatê di bin xetereyê de ye: Têkoşîna ekolojiyê têkoşîna mafê jiyanê ye
09:13 Li Dêrikê wek qetlîamê qeza pêk hat: Heya niha 20 kes mirin
09:06 'Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin'
09:04 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn
09:03 Qeyûmê Êlihê bajêr parsêl bi parsêl difiroşe
09:02 Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide
09:01 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'YAN
20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin
09:00 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN
19/08/2022
22:52 Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin
20:14 Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
19:42 Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin
16:25 Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin
16:16 HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir
15:54 Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin
15:49 Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike
15:37 Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:38 Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin
14:00 Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin
13:47 Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe
13:41 'Bila girtiyên nexweş bên berdan’
13:26 OHD di Nobeta Edaletê de ye
13:08 Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin
12:37 Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin
11:54 Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
11:28 Ji LaWje klîbek nû: Keçikê
10:26 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
10:19 Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?
09:55 Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
09:45 ‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'
09:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin
09:04 'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
09:04 Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
09:03 Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan