AMED - Li herêma di navbera Zozanên Şênê û gundê Eskar ya navçeya Pasûrê de şer derket. Li gorî çavkaniyên herêmê gelek ambulans çûne cîhê şer.
Hate hînbûn ku li herêma di navbera Zozanên Şênê û gundê Eskar ya navçeya Pasûrê de duh operasyoneke leşkerî hatiye destpêkêkirin. Li gorî çavkaniyên herêmê di operasyona duh destpêkirî de şer derketiye û çare helîkopterên kobrayên herêm bombebaran kirine. Dîsa li gorî çavkaniyên herêmî li herêmê di navbera leşkeran û HPG’iyan de şer û pevçûnên dijmar qewîmîne û hêj jî didomin.
Heman çavkaniyên herêmî diyar kir in ku pevçûn hêj didomin û di saetên serê sibê de 5 ambûlans çûne cihê bûyerê.