MÊRDÎN - TJA û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amed û Mêrdînê, çûn şîna malbatên di qezaya li Dêrika Çiyayê Mazîyê de jiyana xwe ji dest dan.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê çûn şîna kesên ku di qezaya Dêrika Çiyayê Maziyê de jiyana xwe ji dest dan. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Mêrdîn û Amedê, aktîvîstên TJA’yê, berdevka HDP Ebrû Gunay, Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel û gelek kes wek şande çûn şînê.
Jinan di şînê de dua kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin. Di serdanan de li ser navê Dayikên Aştiyê Perîxan Altug axivî û destnîşan kir ku êşa wan hevpar e.