Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin

  • rojane
  • 10:26 25 Tebax 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Piştî li Dêrika Çiyayê Mazî qeza qewimî, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hatibû navçeyê û gotibû em ê hin gavan bavêjin. Derket holê ku tevî xebatên ETUT û çêkirina projeya rêya navbera Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê qediyane, ev 18 meh in nehatiye destpêkirin. 
 
Li Dêrika Çiyayê Maziyê di 20’ê tebaxê de 2 TIR’ên ji Fabrîkaya Etî Bakir a aydê Cengîz Holdîngê barê xwe girtin qeza kirin û bûn sedema mirina 21 welatiyan. Piştî qezayê Suleyman Soylû hat navçeyê û têkildarî rêya derdorê hin daxuyanî dan. Soylû li Walîtiya Mêrdînê axivîbû û wiha gotibû: “Em bi Wezerata Veguhestinê re jî axivîn û ev yek ji Serokkomar re jî parve kir. Welatî dixwazin ku kamyonên barên wan giran bilanî ji navçeyê derbas nebin û di vê mijarê de jî mafdar in. Hin projeyên Wezareta Veguhestinê jî hebûn. Dê di demekî nêz de îhaleyên wan bên çêkirin, Wezîrê Veguhestinê jî dê bê vê derê ev proje dê bên pêkanîn.” Soylû di daxuyaniyekî xwe ya din de dîsa ev mijar anîbû ziman û wiha ev tişt gotin: “Daxwaza rêya derdorê ji me re ragihandin. Hem di mijara trafîkê hem jî di mijara wesayîtên giran de erebe ji di nava Dêrika Çiyayê Mazî de derbas nebin di demek nêz de dê piroje bên amadekirin û ev yêk dê were pêkanîn.”
 
ÎHALEYA EWIL DI SALA 2017’AN DE HAT KIRIN
 
Soylû daxuyanî da û got ku “em ê di demekî nêz de gavan bavêjin.” Hat zanîn ku pêvajoya çêkirina rêya Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê di îlona 2017’an de hatibû destpêkirin. Derket holê ku ETUT û projeya rêyê ev 18 meh in ku qediyaye lê hêj tu tişt nehatine kirin. Li gorî agahiyên ku bi dest ketine ji bo rêya Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê ya 30 kîlometreyî, di îlona 2017’an de li Midûriyeta Rêyênbêjahiyê ya Herêma 9’emîn îhale hatiye kirin. Lê ji ber sedemekî nediyar îhale hatiye betalkirin. Îhale di sala 2018’an de di heman çarçoveyê de dîsa hat kirin. 
 
Îhaleya ewil ku hatibû çêkirin Şîrketa Lîmîte Bazirganî, Şêwirmendî û Endazyariyê ya Neopro ya li Enqereyê bi bihayê 751 hezar 955 lîreyan stend. Ji bo qedandina kar 365 roj hat diyarkirin û dema peymanê jî wek 6’ê hezîrana 2018’an heya 30’ê kanûna 2022’yan hat diyarkirin. 
 
Me xwe gihand rayedarên fîrmaya ku îhale stendiye û ji wan têkildarî rewşa îhaleyê agahî xwestin lê rayedaran anîn ziman ku ew ê nikarin tu agahiyan parve bikin. Dîsa li gor agahî û belgeyên me bi dest xistine fîrma, projeyê û xebatên ETUT’ê di dema xwe de temam kirine.
 
PROJE QEDİYA GAV NEHAT AVÊTIN
 
Midûriyeta Herêma 9’emîn a Giştî ya Rêyênbejahiyê Projeya Rêya Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê ya di nav de 2 tunel jî hene amade kir. Tekildarî projeyê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û saziyên têkildar re nivîs jî hat şandin. Di nivîsa 28’ê Adara 2021’an de hatibû şandin de ev gotin cih girtin, “Projeya rêya Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê hatiye qebûlkirin.” Ji şaredariyê hat xwestin ku di dayîna rûhset û di nêrînên saziyan de ev proje bê dîtin. Lê tevî ku proje hat amadekirin ev 18 meh in tu gav nehatine avêtin. Rê dê kengî bê çêkirin nayê zanîn lê ji xeynî gotinên wezîrên tên û diçin ên “em ê gav bavên” bêhtir tiştek xuya nake. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

29/08/2022
16:31 Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
16:17 Komeleya Jinan a Starê: Hûn nikarin bi tundiyê serî bidin tewandin
16:16 Esnafên Bazarcixê bertek nîşanî krîza aborî dan: Êdî bes e
16:09 Ji Mexmûrê bertek nîşanî êrişê dan
15:48 Di Doza Kobanê de daxwaza parêzeran hat redkirin
15:39 Li Bazîdê ji bo têkoşîna bi tiryakê re bang hate kirin
15:30 BES'ê ji ber nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da
15:12 Baroya Amedê giliyê berpirsên ku cenazeye Arslan di kîs de dabûn kir
15:09 Leşkeran agir berdan daristana gundê Marûnisê
14:38 Piştî birîna daran û çêkirina kuleyên leşkeri rê hate asfaltkirin
14:03 Demîrtaş: MHP gefan li dozgerên ku guhdariya fermanên wan nakin dixwe
13:57 Beşa ewil a klîbên ‘Konserên Tamarayê’ hat weşandin, dê xebat bidome
13:04 Tirkiyeyê Mexmûr bombebaran kir
12:18 Polîsan rojnamevanên Nobeta Edaletê dişopînin asteng kirin
11:47 Li Wargeha Holê 12 kes hatin binçavkirin
11:45 Ava ku 10 sal şûnda hatiye berdan negihişt zeviyê!
10:59 Hestiyên Arslan piştî 7 salan di tûrikekî de radestî malbata wî hatin kirin
10:49 Xelkê Wanê: Qesra ku lêçûnên wê ji berîka gel diçe bila hilweşe
09:09 Parêzera Ocalan: Nikarin felsefeya Ocalan tecrîd bikin
09:05 Botan dê li dijî şer aştiyê biqîre
09:04 Azad Huseyîn: Hêza tu kesî têrê nake ku îradeya li Rojava bişkîne
09:03 Omer Ocalan: Qedexekirina konser û festîvalan bingeha xwe ji tecrîdê digire
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2022'YAN
28/08/2022
20:22 Şeva piştevaniya bi rojnamevanên girtî re: Em ê her deynê xwe bidin
20:10 Mele Sidik Turhalli hat bibîranîn
17:01 HDP’ê li Xelfetiyê gel vexwend çalakiya 1’ê Îlonê
16:43 Meha 128’emîn a komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û desthilatê ye
16:43 Li Kampa Holê unîformayên bi alên tirk hatin dîtin
15:36 Li Dêrsimê îşkenceya sîstematîk a leşker û polîsan heye
15:10 Polîsan gule berdan drona li ser miduriyeta polîsan digeriya
14:51 Endamê Tevgera Azadiyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin
14:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kir, li ser kesên bertek nîşan dan jî gule barandin
14:26 Derbarê midurê polîsan Zengîn ê êrişî rojnamevanan kir de lêpirsîn hate destpêkirin
13:55 Jin wê daxwazên xwe veguhêzin qadên 1’ê Îlonê
13:48 AKP nikare li Zapê pêş bikeve, PDK jê re rê çêdike
13:21 Li ser axa ku jê hatiye dinê jiyaneke nû: Armanc gundekî komîn e
11:50 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag pirsî: Malbata vê dayikê kê qetil kir?
11:36 Salih Muslim: Hevdîtinên Enqereyê û Şamê ne çareserî ye
10:58 Ceyran tune, xwarinê li ser kuçikî çêdike
10:23 HABER-SEN wê li dijî bêhiqûqiyan ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:04 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû: Heman xetere ji bo hemû navçeyan derbasdar e
09:03 Di dema sewqa ji bo ATK'ê 4 rojan xwarin nedane Bazo Yilmazê hat qetilkirin
09:02 Ji bo mafê xwe yê tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye, dayika wî jî li ber girtîgehê ye
09:01 Rêgeza 'bingehîn' a Tifaqa Ked û Azadiyê: Çareseriya meseleya kurd
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2022'YAN
27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan