AMED - Cenazeyê Ferhat Atsak ê HPG'î ku di 20'ê Tîrmehê de li bejahiya Licê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, dan malbatê.
Cenazeyê Ferhat Atsak (Mahîr Tendurrek) ê HPG'î ku di 20'ê Tîrmehê de li bejahiya Licê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û ew anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Amedê, piştî mehejê dan malbatê.
Îro danê sibehê ji malbatê re hat gotin ku dikarin cenazeyê xwe wergirin. Piştî vê malbat ji Wanê hat Amedê û cenazeyê Atksak ê HPG'î wergirt û ber bi Wanê ve bi rê ket. Hat hînbûn ku dê cenazeyê Atsak li gundê Teqîzê yê navçeya Çardêran a Wanê bê veşartin.