MÊRDÎN – Serokê Diyanetê Alî Erbaş ji bo kesên di qezaya trafîkê ya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dan got: “Qezaya ye, ma em ê çi bikin? Em ê sebr bikin.”
Serokê Diyanetê Alî Erbaş tev li mewlûda ji bo 21 kesên di qezaya trafîkê ya li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku qewimî bû û axivî. Erbaş bêtevdîriya ku pêk hat ji nedîtî ve hat û got: “Welatiyên ezîz, me em çi bikin? Xwezî ev qeza nebÛna û kes nemira. Lê ev qeza ye. Ma em ê çi bikin. Em ê sebr bikin.”