Omer Ocalan: Qedexekirina konser û festîvalan bingeha xwe ji tecrîdê digire

  • rojane
  • 09:03 29 Tebax 2022
  • |
img
RIHA - Berdevkê Komîsyona HDP’ê yê Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan bal kişand ser qedexekirinên konser û mîhrîcanên kurdî û got: "Ev qedexekirin bingeha xwe ji tecrîdê digirin. Tecrîd pêşî li Îmraliyê dest pê kir û paşê belavî ser civakê bû. Qedexekirina çand û hunerî jî pêşî li dijî kurdan dest pê kir û niha jî li ser tevahiya civakê belav bûye.”
 
Li Tirkiyeyê di demên dawî de gelek konser, festîval, şahî, şano û çalekiyên hunerî tên qedexekirin. Di 4 mehên dawî de 14 konser û festîval ji hêla valî û qaymeqaman ve hatin qedexekirin. Herî dawî konsera ÎHD’a Mêrsînê bi dirûşma li dijî şer li dar bixe, bi hêceta “ewlehiyê” hat qedexekirin. Salên dirêj e li bakurê Kurdistanê li dijî ziman û çanda kurdî qedexe berdewam dikin. Ev qedexe di demên dawî de li ser tevahiya xelkê kurd belav bûye. Serokê Ragihandinê ya Serokkomariyê Fahrettîn Altûn di 5’ê tîrmeha 2018’an de gotibû, "Me hegemonya siyasî bidawî kir, dora hegemonya çandî ye.” Ev qedexe ji aliyê civakê ve wekî qedexeya çand û hunerî hat şîrovekirin. 
 
Berdevkê Komîsyona HDP’ê ya Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan bal kişand ser qedexeyên çalakiyên çand û hunerî û got: “Heke muxalefeta Tirkiyeyê li dijî qedexekirinên çand, huner û zimanê kurdî bêdeng nemabûya, îro dê qedexe ewqas nehata berfirehtirkirin. Wê AKP’ê hegemonyaya xwe ya çandî wisa nikaribûya ava bike.” 
 
BINGEHA QEDEXEYAN 
 
Ocalan, anî ziman ku çand û huner mirova li ser linga digire û got: "Qedexe bingeha xwe ji dîrokê digire. Çand pratîka mirova ye. Dema mirov li dîroka Kurdistanê mêze dike çandeke devkî heye. Komara Tirkiyeyê hemû çand tune hesibandin. Bi awayên sîstematîk pişaftin hate meşandin.
 
Plana Şark û Islahat hat meşandin. Xxwestin kurdan tasfiye bikin. Dêrsim, Geliyê Zîlan, Koçgirî û bi dehan serhildan li dijî van planan derketine pêş. Dixwazin çanda kurdan ji holê rakin. Komara Tirkiyeyê çand û hunera kurdî qedexe dike. Serokkomar Erdogan derdikeve û dibêje, 'Yek ziman, yek bawerî, yek al, yek dewlet' ev bingeha xwe ji dîrokê digire. Her dem çanda tirk-sunî hatiye pêşxistin. Li ser kurdan gelek qedexe hatin derxistin lê kurd li dijî qedexeya xwe rêxistin kirin û saziyê xwe ava kirin."
 
'DIXWAZIN ÇANDA KURDÎ BÊRUH BIHÊLIN’ 
 
Ocalan bi bîr xist ku li Kurdistanê bi ruhê azadiyê gelek festîval û çalakiyên hunerî hatin lidarxistin û wiha got: "Niha dixwazin festîvalên kurdî bêruh bihêlin. Bi fermana vê îktidarê li gelek deveran festîvalan li dar dixin, lê ruhê wan tine ye. Dixwazin naveroka festîvalan pûç bikin, bêwate bikin. Navê wan kurdî ye lê naverok tirkî ye. Heya 2016’an li gelek deverên bakurê Kurdistanê festîval dihatin lidarxistin û çand û hunera kurdî dihat li pêşxistin. Lê ji ber vê yekê dewletê hemû çalakiyên hunerî qedexe kirin û qeyûm ser tayînî şaredariyên kurdan kirin. Dixwazin kurdan ji çanda wan dûr bixin. Niha ev qedexeyên li ser çand û hunerê li metropolên Tirkiyeyê jî belav bûne. Ewilî ev li Kurdistanê dan destpêkirin.” 
 
'AKP DIXWAZE HEGEMONYA XWE YA ÇANDÎ AVA BIKE' 
 
Ocalan destnîşan kir ku îktidara AKP-MHP’ê dixwazin hegemonya çandî ava bikin û wiha domand: "AKP 20 sal in nikare hegemonya xwe ava bike û nikare ava bike. Ji ber wê niha qedexeyan zêde dike. Gotin me hegemonya siyasi xist destê xwe divê em ya çandî jî bixin destê xwe. Dixazin navaroka cewhera çandê pûç bikin. Li gorî xwe tiştan ava dikin.” 
 
QIRKIRINA ÇANDΠ
 
Ocalan anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pirtûka xwe Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de bal kişandiye ser qirkirina çandî û got: "Brêz Ocalan di parastina xwe ya 5’emîn de ji bo parastina Kurdistanê dibêje 'Kurd bi qirkirina çandî re rûbirû mane.’ Di aliyê fizîkî de bi milyonan kurd nekaribûn xelas bikin. Ji ber wê dixwazin çanda wan têk bibin. Qeyûm dema tên tayînirin ewilî êrişî saziyên çand û hunerê dikin. Ewqas êriş pêk anîn jî lê dîsa bi ser neketin. Niha ji ber wê êriş zêde kirine. AKP bi qedexeyên li dijî çand û hunera kurdî dest bi qedexeyan kir. Her kes li dijî vê bêdeng ma. Niha AKP li dijî çalakiyên çand û hunerî yên tirkî jî qedexe dixe dewrê.”
 
'QEDEXEKIRINA HUNERÊ DIŞIBE TECRÎDÊ’ 
 
Ocalan qedexeyên çand û hunera kurdî û qedexeyên li metropolên Tirkiyeyê û tecrîda li Îmralî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in bênavber tê meşandin şiband hev û wiha axivî: "Pergela Tirk wiha dimeşe; pêşî qedexe li ser kurdan ferz kir. Mîna tecrîdê. Tecrîd li Îmralî dan destpêkirin. Niha tecrîd li hemû girtîgehan, li ser civakê belav bûye. Dema li wî welatî konserên kurdan hatin qedexekirin lazim bû li wî welatî li dijî qedexeyê deng bihata derxistin. Lê mixabin dema zilm li kurdan tê kirin bêdengiyeka mezin çêdibe. Ji ber vê bêdengiyê ev îktidara otorîter berdewam dike. Dema neheqî li kurdan hat kirin divê hemû kes dengê xwe derxista. Dema deng neyê derxistin wê qedexe li hemû civakê belav bibin. Ji ber vê bêdengiya didome, 20 sal in AKP serdestiya xwe li ser civakê dide berdewamkirin.” 
 
'DIVÊ EM LI DIJÎ QEDEXEYAN BIBIN YEK’ 
 
Ocalan anî ziman ku qedexe li ser ziman, çand û hunera kurdî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li vî welatî stranên kurdî kirin tirkî. Xistin xizmeta desthiladariyê. Îbrahîm Tatlises pêşengiya vê kir. Divê em baş bi vê nêzîkbûna dewletê dizanibin û jê fêm bikin. Bi keda Tevgera Azadiya Kurd hinek merhele hatin qezenckirin. Bi milyonan kes divê bi zimanê xwe perwerde bibîne. Vaye ji bo dersên bijarte jî astengiyan derdixin. Pirsgirêka zimanê kurdî pirsgirêkek polîtîk e. Em nikarin siyaset û ziman jî hev cuda bikin. Em ê bi hev re li dijî qedexeyan bisekinin. Em ê li dijî qedexeyên li ser ziman û çanda kurdî bisekinin. Em ê li dijî qedexekirinên konser û festîvalên li bajarên Tirkiyeyê pêk tên jî bisekinin. Heke li dijî qedexekirina ziman û çanda kurdî bêdeng were hiştin, wê ew kesên bêdeng mane sibê dusiba tu kesî li ba xwe nebînin. Kesên ku dibêjin em demokrat in divê li dijî qedexeyan bi hev re deng derxînin. Divê her kes li dijî qedexeyên ziman, çand û hunerê bibin yek û dengê xwe bi hev re derbixin.” 
 
MA / Emrullah Acar 
 

Sernavên din

29/08/2022
16:09 Ji Mexmûrê bertek nîşanî êrişê dan
15:48 Di Doza Kobanê de daxwaza parêzeran hat redkirin
15:39 Li Bazîdê ji bo têkoşîna bi tiryakê re bang hate kirin
15:30 BES'ê ji ber nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da
15:12 Baroya Amedê giliyê berpirsên ku cenazeye Arslan di kîs de dabûn kir
15:09 Leşkeran agir berdan daristana gundê Marûnisê
14:38 Piştî birîna daran û çêkirina kuleyên leşkeri rê hate asfaltkirin
14:03 Demîrtaş: MHP gefan li dozgerên ku guhdariya fermanên wan nakin dixwe
13:57 Beşa ewil a klîbên ‘Konserên Tamarayê’ hat weşandin, dê xebat bidome
13:04 Tirkiyeyê Mexmûr bombebaran kir
12:18 Polîsan rojnamevanên Nobeta Edaletê dişopînin asteng kirin
11:47 Li Wargeha Holê 12 kes hatin binçavkirin
11:45 Ava ku 10 sal şûnda hatiye berdan negihişt zeviyê!
10:59 Hestiyên Arslan piştî 7 salan di tûrikekî de radestî malbata wî hatin kirin
10:49 Xelkê Wanê: Qesra ku lêçûnên wê ji berîka gel diçe bila hilweşe
09:09 Parêzera Ocalan: Nikarin felsefeya Ocalan tecrîd bikin
09:05 Botan dê li dijî şer aştiyê biqîre
09:04 Azad Huseyîn: Hêza tu kesî têrê nake ku îradeya li Rojava bişkîne
09:03 Omer Ocalan: Qedexekirina konser û festîvalan bingeha xwe ji tecrîdê digire
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2022'YAN
28/08/2022
20:22 Şeva piştevaniya bi rojnamevanên girtî re: Em ê her deynê xwe bidin
20:10 Mele Sidik Turhalli hat bibîranîn
17:01 HDP’ê li Xelfetiyê gel vexwend çalakiya 1’ê Îlonê
16:43 Meha 128’emîn a komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û desthilatê ye
16:43 Li Kampa Holê unîformayên bi alên tirk hatin dîtin
15:36 Li Dêrsimê îşkenceya sîstematîk a leşker û polîsan heye
15:10 Polîsan gule berdan drona li ser miduriyeta polîsan digeriya
14:51 Endamê Tevgera Azadiyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin
14:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kir, li ser kesên bertek nîşan dan jî gule barandin
14:26 Derbarê midurê polîsan Zengîn ê êrişî rojnamevanan kir de lêpirsîn hate destpêkirin
13:55 Jin wê daxwazên xwe veguhêzin qadên 1’ê Îlonê
13:48 AKP nikare li Zapê pêş bikeve, PDK jê re rê çêdike
13:21 Li ser axa ku jê hatiye dinê jiyaneke nû: Armanc gundekî komîn e
11:50 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag pirsî: Malbata vê dayikê kê qetil kir?
11:36 Salih Muslim: Hevdîtinên Enqereyê û Şamê ne çareserî ye
10:58 Ceyran tune, xwarinê li ser kuçikî çêdike
10:23 HABER-SEN wê li dijî bêhiqûqiyan ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:04 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû: Heman xetere ji bo hemû navçeyan derbasdar e
09:03 Di dema sewqa ji bo ATK'ê 4 rojan xwarin nedane Bazo Yilmazê hat qetilkirin
09:02 Ji bo mafê xwe yê tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye, dayika wî jî li ber girtîgehê ye
09:01 Rêgeza 'bingehîn' a Tifaqa Ked û Azadiyê: Çareseriya meseleya kurd
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2022'YAN
27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan