NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja 5'an a Pêngava Ewlekarî û Mirovî de 23 kes hatin girtin. Her wiha 23 konên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve weke cihê perwerde û darizandinê dihatin bikaranîn hatin rakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Pêngava Ewlekarî û Mirovî ya li Kampa Holê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Hêzên me di roja 5'an a qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlekarî û Mirovî de 23 kesên biguman ên girêdayî DAIŞ'ê girtin. Kesên hatin girtin di lêpirsînê de ne.
Her wiha 23 konên ku çeteyên DAIŞ'ê wekî cihên perwerdeyê û dadgehê bi kar dianîn, hatin rakirin. Tunelên ku endamên şaneyên terorîst ên DAIŞ'ê jî ji bo veşartinê bi kar dianîn, hatin dîtin. Di heman demê de kompîturek, 8 telefonên destan û tabletek ku bi rêbazên cuda di nav konan de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin."