STENBOL - Derbarê rojnamevan Ergîn Çaglar û Rozerîn Gultekîn ku li Bûrsayê dema Meşa Gemlikê dişopandin hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn berdan, îdianame hat amadekirin.
Sazî û dezgehên kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah ê 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, bê rakirin di 12’ê Hezîranê de meş li dar xistibûn. Nûçegihanê ajansa me ErgÎn Çaglar û nûçegihana JinNewsê Rozerîn Gultekîn ku li Bûrsayê, Meşê dişopandin hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên wan hatibûn girtin, hatibûn berdan. Derbarê Çaglar û Gultekîn de îdianame hat amadekirin û doz vekirin.
ÎDIANAME HATIN AMADEKIRIN
Dozgeriyê bi îdiaya “li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” îdianame amade kir û ji salek û 6 mehî heta 3 salan cezayê girtîgehê ji rojnaamevanan re dixwaze.
Îdianameya Çaglar ji aliyê 29’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bûrsayê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil di 6’ê kanûnê de dê bê lidarxistin. Îdianameya Gultekîn jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Seferîhîsar ve hat amadekirin û dê danişîna ewil di 25’ê cotmehê de bê lidarxistin.