Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin

img
AMED - Zulfu Yildirim ê ji sedî 96 astengdar bû û hat girtin, 10 roj jê re mabû bê berdan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku tevî Yildirim hişyariya “Ez bi mirinê re rûbirû me” kiriye jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin. 
 
Zulfu (Îbrahîm) Yildirim ê di 13’ê tebaxê de li Girtîgeha Xarpêtê ya Ewlehiya Bilind a Jimara 1’an ji ser pêpelûkan ve ketiye û serê wî li erdê ketiye û ji ber ambulans dereng hatiye jiyana xwe ji dest dabû. Derket holê ku Yildirim terkî mirinê hatiye kirin. 
 
Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê ya 2’yemîn 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Yildirim birîbû û ew di sala 2012’an de hat girtin. Yildirim di meha 10’emîn de ji ber pirsgirêkên xwe yê tenduristiyê hat berdan. Di vê navberê ji ber ûr di serê wî de hebû du caran emeliyat bû û carek jî ji ber dilê xwe emeliyat bû. Dadgeha Bilind cezayê Yildirim erê kir û di cotmeha 2017’an de dîsa hat girtin. Li gel nexweşîna dil û du caran ji mêjiyê xwe emeliyat bûbû û gelek nexweşînên din lê hebûn û ji sedî 96 astengdar e jî wî şandin girtîgehê. 
 
TEDAWIYA WÎ NEHATIYE KIRIN 
 
Yildirim nikaribû bê gopal li ser xwe here û were û ew bi alîkariya hevalên xwe girtîgehê xwe li ser pêya digirt. Li girtîgehê her ku çû rewşa Yildirim xedartir bû û di sala 2018’an de xwest ji ber nexweşînên wî cezayê wî bê taloqkirin. Li ser vê yekê wî sewqî Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Xarpêtê kirin û nexweşxaneyê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da Yildirim. Lê belê ji ber îzolasyona vîrûsa koronayê di 4 mehên dawî de tedawî û kontrola tenduristiyê ya Yildirim nehat kirin. Beriya jiyana xwe ji dest bide du hefte berê bi kuxika wî re xwîn jî hatiye û her çiqas wî di 8’ê tebaxê de birin nexweşxaneyê jî carek din vegerandin girtîgehê. 
 
‘BI MIRINÊ RE RÛBIRÛ HATIME HIŞTIN’ 
 
Yildirim ji bo berdana bi şert ku cezayê wî dikeve binê salekî wî sewqî Girtîgeha Depê ya K1 kirin. Yildirim ji bo berdana bi kontrol serî li rêveberiya girtîgehê de lê belê daxwaza berdana wî hat redkirin. Yildirim di daxwaznameya xwe ya serlêdanê de hişyariya “Ez bi mirinê re rûbirû mame. Her kêliya ku diçe xetereya mirina min zêde dibe û terkî mirinê têm kirin. Dewlet bi her awayî ji ewlehiya min û tenduristiya canê min berpirsiyar e” dike. 
 
LÊFERZKIRINA POŞMANIYÊ 
 
Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê “poşmantiyê” li Yildirim ferz dike û ji ber ku Yildirim nabêje “ez poşman im” berdana wî tê redkirin û her çiqas serî li Dadgeha Xarpêtê daye jî tu encam negirtiye. 
 
DIKEVE Û DERBE DIXWE 
 
Yildirim ê ku daxwaza wî ya berdana bi kontrol hat redkirin, wî sewqî Girtîgeha Xarpêtê Ewlehiya Bilind a Jimara 1’an kirin. Yildirim beriya berdana xwe bi 10 rojan ji pêpelûkê ve dikeve û serê wî li erdê dikeve, derbê dixwe û di 13’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. 
 
TERKÎ MIRINÊ HATIYE KIRIN 
 
Parêzerê Yildirim, Firat Taşkin diyar kir ku tevî rapora miwekîlê wî ya ji sedî 96 hebûye jî ew terkî mirinê hatiye kirin. Taşkin got miwekîlê wî bêgopal nikaribû bimeşe û her çiqas daxwaz kir ku bi şertê kontrola serbest bê berdan jî lê daxwaza wî hat redkirin. Taşkin da zanîn ku nexweşînên Yildirim serdest bûn û êdî wî bêzar kiribûn. Taşkin anî ziman ku ew bi alîkariya hevalên xwe girtîgehê li xwe dinêrî û di demên dawî de li kantînên girtîgehan şimikên singêr û ku dişemitin tên firotin. Taşkin got miwekîlê wî jî ji ber ev şimik di lingê wî de bûye şemitiye ketiye erdê û derbe xwe xwariye û bûye sedema mirina wî. 
 
Parêzer Firat Taşkin
 
AMBÛLANS 25 DEQÎQE DERENG HATIYE 
 
Taşkin anî ziman ku xemsariya li dijî Yildirim roja ku miriye jî dewam kiriye û ew li ser pişta xwe ji pêpelûkan ve dikeve û 25 deqîqe ambulans dereng tê wî radike nexweşxaneyê. Taşkin got ev jî xemsariya rêveberiya girtîgehê nîşan dide. Taşkin diyar kir ku daraz, girtîgeh û nexweşxane ji mirina Yildirim berpirsiyar in û ew ê derbarê endamên Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê, midûrê girtîgehê, bijîşkê revîrê û endamên heyeta Desteya Tenduristiyê ya Zanîngeha Firatê de gilî bike. 
 
 

Sernavên din

05/09/2022
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.