Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye

img
ÎZMÎR - Hazal Kaygisiz a 72 salî ku ji bo kurê xwe yê nexweşiya penceşêrê pê re heye tev li Nobeta Edaletê bû wiha got: “Zarokên me saxlem girtin, hemû di girtîgehê de nexweş bûn. Bi çarlepkan be jî em ê li zarokên xwe xwedî derkevin.”
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji Nîsana 2022’yan ve 651 jê giran hezar 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî qeydên ÎHD’ê di nava salekê de girtiyên tevî nexweşiyên xwe nehatine berdan û terkî mirinê hatin kirin 45 in. Ji van 22 ji ber nexweşiyên xwe jiyana xwe ji dest dane. 
 
Yek ji girtiyên ku terkî mirinê hatiye kirin jî Yilmaz Sûncak ê 49 salî ku di lîsteya girtiyên nexweşên giran de cih digire ye. 5 sal in ji bo girtiyê siyasî Sûncak ê li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin serî lê Saziya Tiba Edlî tê dayîn lê serlêdan bê encam man. Di serî de ÎHD’ê gelek saziyan ji bo Sûncak ê tena serê xwe nikare di girtîgehê de bimîne çalakî li dar xistin lê yek jî nebû bersiv. 
 
Yilmaz Sûncak
 
8 SAL IN NEXWEŞÊ PENCEŞÊRÊ YE
 
Sûncak ku di sala 1993’an de piştî li Îzmîrê hat binçavkirin û piştî 50 rojan di bin îşkenceyên giran de ma, ji ber "endametiya rêxistinê" cezayê hefsê yê muebbetê lê hate birîn. Sûncak ku dema li Girtîgeha Mêrdînê dihat girtin cezayê wî hat erê kirin, bi rêzê ve sewqî Girtîgehên Agirî, Ceyhan, Semsûr, Aydin, Kiriklar, Bolû, Enqere, Kiriklar û herî dawî jî Girtîgeha Şakranê hate kirin. Sûncak ê 29 sal in di girtîgehê de ye beriya 8 salan li Girtîgeha Kiriklarê teşhîsa penceşêra tîroîdê danîn ser. Sûncak, ê ji ber nexweşiya xwe gelek caran emeliyat bû, bi nexweşiyên tengbûna bêhnê û KOAH a pêş ve çûyî ket. Niha jî ji ber nexweşiya xwe ya penceşêrê divê her tim di bin kontrola bijîşkan de be. 
 
JI BO KURÊ XWE  YÊ NEXWEŞ EDALETÊ DIXWAZE
 
Dayika Sûncak a 72 salî Hazal Kaygisiz ku nêzî 4 meh berê tev li çalakiya Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin li Îzmîrê hatiye destpêkirin bû, ji bo kurê xwe edaletê dixwaze. Kaygisiz, qala binpêkirinên mafan û zextên li girtiyan tên kirin, kir bi lêv kir ku divê kurê wê yê nexweşê penceşêrê ye her tim bê dermankirin. Kaygisiz, diyar kir ku serlêdanên wan ên li ATK’ê û Wezareta Dadê kirin bêencam man û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Kaygisiz, bi lêv kir ku tu pêdiviyên girtiyan nayên pêşwazî kirin û wiha got: “Girtî di girtîgehê de nexweş dibin lê nayên dermankirin. Girtiyên nexweş nikarin tena serê xwe li xwe binêrin. Aysel Tûglûk niha girtiyeke nexweş a giran e. Tevî ku bijîşk dibêjin ‘berdin’ jî nayê berdan. Girtiyên di girtîgehan de zarokên me ne, zarokên me berdin.”
 
‘EV ZILM WÊ HETA KU DERÊ BE’
 
Kaygisiz, diyar kir ku ji ber temenê xwe û nexweşiyên xwe di çûnû hatin hevdîtinan de zehmetiyê dikişine û wiha axivî: “Ev zilm wê heta ku derê berdewam bike. Zarokên me saxlem girtin, hemû di girtîgehê de nexweş bûn. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li pişt zarokên xwe bin. Bi çarlepkan be jî em ê li zarokên xwe xwedî derkevin. Ji bo girtiyên nexweş em ê edaletê bixwazin.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

05/09/2022
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.