Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin

ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku li Silopiyayê di mîtînga 1’ê Îlonê de axivî, destnîşan kir ku aştî bêyî têkoşînî pêk nayê û got: “Hemû gelên li Tirkiyeyê, demokrasîxwaz û edaletxwaz divê li dijî şeran rabin. Divê em mezintirîn tifaqa dijî şer ava bikin." 
 
Mitînga bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê de tê lidarxistin dest pê kir. Mitînga aştiyê ku li Qada Newrozê ya navçeya Silopiyayê bi dirûşmeya “Şer mirin e, aştî jiyan e. Aştiyê biparêze” tê pîrozkirin dest pê kir. Li qada mitînga ku bi alên HDP’ê hate xemilandin pankartên “Li dijî şer serî rake jiyana azad ava bike”, “Rêxistibûyîna jinê azadîya jinê ye”, “Girtîyên siyasî rûmeta me ne”, “Dayîk rê nadin şer!”, “Aştiyeke birûmet nebe berxwedaneke mezin heye” û “Em li dijî şer têkoşîna aştiyê mezin dikin” hatin daliqandin. 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Rêxistina Şirnexê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn, Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi hezaran kes tev li mitîngê bûn.
 
TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê bi pankarta "Dewleta zayendperest dê hesabê jinên qetilkirî bide" ketin qada mîtîngê. Jinan bi hilgirtina wêneyên jinên hatin qetilkirin dirûşmeyên “Jin jîyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.
 
Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di mîtîngê de axivî. Sancar diyar kir ku gelê Botanê heta roja îro gelek zehmetî kişandiye. Sancar destnîşan kir ku gelê Botanê tevî hemû zextan jî têkoşîna xwe berdewam kiriye û got, ji Melayê Cizîrî heta Orhan Dogan, ji Sevê heta Pakîze û Fatma bi hezaran kes diyarî gelê kurd kirine.
 
‘LI DIJÎ ŞER EM AŞTIYÊ DIPARÊZIN'
 
Sancar diyar kir ku peywira wan a ewil ew e ku li hemberî her cure şer û polîtîkayên şer rabin û wiha got: “Binêrin, çima em ê li dijî şer rabin? Şer, êş e, wêranî ye, hêsir e, çavkaniya sereke ya hemû texrîbatan e. Polîtîkayên şer zirarek mezin daye vî welatî. Şer, di heman demê de talan e, zulm e, şêlandin e, xizanî ye. Dema ku şer dest pê dike, feqîr winda dikin, çend dewlemend qezenc dikin. Dema ku ciwan û zarokên feqîran di şeran de dimirin, çend baronên şer serwetê li serweta xwe zêde dikin. Ji ber vê yekê, şer di heman demê de çavkaniya xwarinê ya pergala kedxwariyê ye, polîtîkayên şer jî wiha ne. Şer, di heman demê de sedema çetebûyînê û rizandinê ne jî. Em careke din bînin bîra xwe bê helwesta bi elwehîparêziyê ya li hemberî meseleya kurd bûye cihê rûxandinek çawa. Talan, kedxwarî, şêlandin û bi hezaran winda hene, çetebûyîna dewletê heye."
 
TIFAQA LI DIJÎ ŞER
 
Sancar ku got, "Şer dirizîne, şer çeteyan peyda dike" wiha pê de çû: "Îro em di her kêliyê de rastî îfşayên nû û îtîrafên nû tên. Cardin çetebûyîn, cardin împaratoriyek sûc a mafyayî mafyayê hatiye avakirin. Kengî? Di 2015'an de, piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû. Îro kêlî bi kêlî pîsîtî dertên holê. Sedema bingehîn a vê yekê ew e ku bi feraseta şer nêzî pirsgirêka kurd dibin. Her wiha hewl didin şêlandinê, çetebûyînê û planên şer li herêmê belav bikin û bi vê ser ser wan bigirin. Li vir, li wî aliyê sînor  li dijî gelê kurd amadekariyên şer tên kirin. Li Başûrê Kurdistanê polîtîkayên dagirkeriyê dewam dikin. Desthilata heyî dixwaze van hemûyan mezin bike. Da ku temenê kedxwariya xwe bidomîne û ser van qirêjiyên xwe û kedxwariya xwe binixumîne. Ev desthilat bi polîtîkayên şer li ser pêyan e. Lewma em dibêjin hemû gelên li Tirkiyeyê, demokrasîxwaz û edaletxwaz divê li dijî şeran rabin. Divê em mezintirîn tifaqa dijî şer ava bikin."
 
'TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ TÊKOŞÎNA ÇARESERIYÊ YE'
 
Sancar bal kişand ser cenazeyê Hakan Arslan ku piştî 7 salan di kîsikekî de radestî bavê wî hatibû kirin û got: "Rizandinek wiha rû dide ku êdî tu nirxeke exlaqî jî îfade nake, ji lew re nirxên exlaqî binpê dikin û unsûrên baweriyê yên herî sereke tune dihesibînin. Sancar got: "Ger di meseleya kurdî de çareseriyeke demokratîk hebe, em baş dizanin dê aştî bê vî welatî. Têkoşîna aştiyê, di heman demê de têkoşîna çareseriyê ye. Têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna demokrasiyê ye, têkoşîna azadî û wekheviyê ye. Bêyî demokrasî, azadî û wekheviyê aştî ne pêkan e. Lewma em dibêjin em li her derî demokrasiyê, azadiyê û wekheviyê biparêzin. Em di meseleya kurdî de çareseriya siyasî biafirînin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Sancar di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê rêya ber bi komara demokratîk ve diçe vebe û hemû astengî rabin û got: "Ev desthilat li dijî kurdan bi polîtîkayên nefret û dijminatiyê li ser pêyan e, vê yekê jî bi polîtîkayên şer û berberîbûnê dike. Lewma werin em bi hev re li ber rabin. Em têkoşînê mezin bikin, ji bo aştî, demokrasî û azadiyê em wekhevî û edaletê biparêzin." 
 
Axaftina Sancar dem bi dem bi berzkirina dirûşmeyên "Silav silav hezar silav ji Îmraliyê re" û “Bijî zindana amed” hat qutkirin.
 
Piştî axaftina Sancar hunermend Kadîr Çat çû ser dikê. Girseyê li ber stranên Çat govend gerand. 
 

Sernavên din

04/09/2022
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan