ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel li Stenbolê hat binçavkirin.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê ya li Meclisê hatibû betalkirin, li Stenbolê hat binçavkirin.
Hat hînbûn ku Guzel birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li ser hesabên xwe yên medyaya sanal binçavkirina Guzel ragihandin.