NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku MÎT'ê 3 hunermendên Kurd ên Efrînî Şêro Agirî, Ferhad Mûrad û Rakan Mistefa yên ji Stenbolê revandin.
Li gor nûçeyeke Ajansan Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hat ragihandin ku 3 hunermendên Kurd ên Efrînî ji aliyê MÎT'ê, li Stenbolê hatin revandin.
Hat diyarkirin ku MÎT'ê Şêro Agirî, Ferhad Mûrad û Rakan Mistefa bi hinceta ku di Tevgera Çand û Hunerê de xebitîne revandiye û ji bo berdanê ji her yekê 6 hezar dolar pere dixwazin.