Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin

img
ENQERE - Rojnamevanan bang kirin ku divê rêxistinên pîşeyî li dijî gefa bi çekê li Wanê li rojnamevanan hatiye xwarin deng derxînin û xwestin ku têkoşîn bê xurtkirin. 
 
Li Tirkiyeyê pêkutî, lêdan, îşkence, binçavkirin û girtina rojnamegeran berdewam dike. Lewma di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2022'an de ku ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ve hat amadekirin, Tirkiye di nava 180 welatan de di nava endeksa azadiya çapemeniyê de di rêza 149’emîn de cih girt. Di zextên ku di hefteya dawî de zêde bûn de, rojnamevan li gelek bajaran rastî êrîşên polîsan hatin. Mînakên vê yekê yên herî dawî jî li Wanê di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve bûn gefên kuştinê yên li rojnamevanan hatin xwarin. Polîsekî sivîl ji nûçegihana Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kûtlû û nûçegihana JINNEWS’ê Zelal Tûnç bi gotinên ‘ez ê te bikujim wê kes jî te nebîne’ gef xwarin. Heman polîsî ji nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral re jî çek kişand. Her wiha polîsan astengkirin ku rojnamevan dîmenan bikişînin û hewl da kamerayên wan bişkînin.
 
Li navçeya Kadikoya Stenbolê rojnamevan Zîlan Azad ku daxuyaniya 1’ê Îlonê şopand, bi ledanê û kelemçekirina bi paş ve hate binçavkirin. Di heman rojê de nûçegihana Bîanetê Tûgçe Yilmaz rastî tacîza polîsekî sivîl hat. Her wiha li Tokatkoy a Stenbolê jî polîsan ji bo veguherîna bajarvaniyê tax dorpêç kirin û êrîş birin ser nûçegihanên Halk TV’yê ku nûçe dişopandin. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Elîf Baybûrt a ku çalakiya xizmên girtiyan ên înfazên wan hatine şewitandin li Qada Kartal a Stenbolê dişopand, bi lêdanê û kelemçeya bi paş ve hate binçavkirin. Polîsan milê nûçegihanê Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Dogan Kaynak çemand û tundî lê kir. 
 
Rojnamevanan bertek nîşanî tundiya polîsan dan û bêdengiya li dijî vê yekê rexne kirin. 
 
DI HEDEFA FAŞÎZMÊ DE ROJNAMEVANTÎ HEYE
 
Eren Guven ê ji Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) girtina 16 rojnamevanên li Amedê hatin girtin bi bîr xist û got: “Em dibînin ku zilma li ser rojnamegeran di lûtkeyê de ye. Dema ku em ji bo serbestberdana hevalên xwe yên di demên dawî de hatine girtin têdikoşin, em niha dibînin ku ev zilm û zordarî li hemû qadên pîşeyê belav bûye. Roja din li Stenbolê me dît ku ne tenê rojnamevanên kurd, xebatkarên Haber Turk, Halk TV û KRT’yê jî êdî dikarin vê tundiyê bibînin. Ji bo vê jî em israr dikin ku di hedefa vê faşîzmê de ne tenê em, ev pîşe, yanî pîşeyê rojnamevaniyê heye.”
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ TÊ SEPANDIN
 
Bîrkan Bûlût ê ji Rojnameya Evrenselê diyar kir ku Tirkiye veguheriye welatê qedexeyan û azadiya agahî û îfadeyê ya gel ji holê hatiye rakirin û got: “Ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed û Wanê li her derê rojnamevan rastî tundiya polîsan tên. Em dibînin ku polîs bi temamî li dijî rojnamegerên kurd hiqûqa dijminan pêk tîne. Yên ku dixwazin bi tundiyê têkoşîna kesên li mafan digerin biçewisînin, rojnamevanan hedef digirin.”
 
DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ XURTKIRIN
 
Bûlût, Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe yê di 8’ê Çileya 1996’an de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Li Wanê li dijî çeka arasteyî Elfazî Toral hatiye kirin divê dengek bê bilindkirin. Di doza nêzî 5 salan a doza nûçegihanê Evrenselê Metîn Goktepe de, tevî ku têra malbata Goktepe û girseyên ku edaletê dixwazin nekir jî, kujer hatin cezakirin û terora dewletê hat mehkûmkirin. Di vê wateyê de doza Goktepe nîşan dide ku li dijî zextên li ser azadiya ramanê ya çapemeniyê û êrîşên li ser rojnamegeran têkoşînek xurt çiqas girîng e. Divê em îro li dijî zext, gef, tundiya li dijî rojnamevanan û herî dawî jî kişandina çekê ya li dijî nûçegihana JINNEWS’ê Toral a li Wanê, bibin yek û têkoşîna xwe xurt bikin.” 
 
DIVÊ RÊXISTINÊN PÎŞEYÎ DENG DERXÎNIN 
 
Ji Tora Piştevaniya bi Xebatkarên Ragihandinê ya Patronlarin Ensesîndeyîz Melek Avci jî destnîşan kir ku divê rêxistinên pîşeyî li dijî gefa bi çekê li Wanê li rojnamevanan hatiye xwarin deng derxînin û got: “Yanî îro çekê nîşan dide dema sibê bi wê çekê gule berda em ê çi bikin? Heke em li dijî nîşandana çekê û gotina ‘ez ê te li vir bikujim’ deng dernexînin, dema sibê bi heman awayî em kuştin an jî kesekî din kuştin, dema bi wê çekê gule berdan jî em ê bêdeng bibin?” Avci, diyar kir ku ewilî tundî li rojnamevanên kurd dike dû re belav dibe.
 
‘AZADIYA ÇAPEMENIYÊ GIRÎNG E’
 
Sêrokê Giştî yê Komeleya Rojnamevanên Çagdaş Can Guleryuzlu, têkildarî tundiya polîsan a di demên dawî de zêde bû de wiha got: “AKP'ê di dema desthilatdariya xwe de du polîtîkayên li ser çapemeniyê meşandin. Yek ji van jî ew e ku saziyên çapemeniyê bi zextan çavtirsandî bikin û veguherînin amûra propagandayê û dema ev yek pêk neyê, pêşî li ragihandina wê bigirin. Di demên dawî de rêbaza duyemîn giraniya xwe daye der. Hema hema her bûyereke civakî yan jî ragihandina bertekên demokratîk ji aliyê hêzên ewlekariyê bi xwe ve bi binçavkirina rojnamevanan tê astengkirin. Azadiya çapemeniyê girîng e. Em ê bi hemû hempîşeyên xwe yên ku di vê rêyê de têdikoşin re bibin yek û berdewam bikin.”
 

Sernavên din

08/09/2022
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e