Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders

img
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku hewldanên serî tewandina Semra Guzelê ji desthilatê re bû dersek û got: “Semra Guzel serê xwe netewand. Ji ber ku Semra Guzel, rêhevala Mehmet Sîncar e.”
 
Parlamenterê Mêrdînê Mehmet Sîncar, dema ku çû cihê qetilkirina endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasiyê (DEP) Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç ji bo lêkolînan bike, tevî rêveberê Rêxistina Êlihê Metîn Ozdemîr di 4'ê Îlona 1993'an de bi êrîşeke çekdarî hatibû qetilkirin. Sîncar di salvegera qetilkirina xwe ya 29’an de li ser gora xwe ya li Goristana Şehîdan a Taxa Firat a navçeya Qosera Mêrdînê hate bibîranîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altûndag, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, endamên partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. 
 
CÎHAN SÎNCAR: YEKANE SÛCÊ WÎ NASNAMEYA WÎ YA KURD BÛ 
 
Di bîranîna bi rêzgirtinê dest pê kir de ewilî hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar axivî. Sîncar, diyar kir ku yekane sûcê Sîncar nasnameya wî ya kurd bû û got: “Mehmet Sîncar Kurd bû, mirovekî bi rûmet bû. Soz da û berdêla vê jî da. Hevalên wî beriya 29 salan soz dan wî û ji hingî ve siyaseta kurd xwedî li Mehmet derket. Ew nemiriye di dilê me de dijî.”
 
Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Yîgît ku dema Mehmet Sîncar hate qetilkirin pê re bû jî wiha axivî; "Îro rojeke reş e. Hêzên tarî li Êlihê li ser kar bûn û Mehmet Sîncar ê ji bo mirovahiyê, demokrasî û azadiyê têdikoşiya di hedefa wan de bû. Ji bo dawî li kuştina mirovan bê anîn em li wir bûn. Ji hingî ve kujer eşkere nebûne. Ji xwe bendewariyeke me jî bi vî rengî tune bû. Bila hevrê Mehmet xweş razê, em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wî derkevin.”
 
AHMET TURK: KURDAN TAWÎZ NEDAN
 
Ahmet Turk jî bi bîr xist ku bi ser qetilkirina Sîncar re 29 sal derbas bûne û got: “Têkoşîna Mehmet Sîncar dewam dike. Ji bo azadiya gelê kurd bi canê xwe berdêleke mezin da. 29 sal derbas bûn, me got ku gelê kurd wê di demeke nêz de bigihêje azadiya xwe. Êrîşên li ser Kurdan hîn jî dewam dikin. Dewlet ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan êrîşan didomîne. Vî gelî ji bo azadî û paşerojê tu carî tawîz neda. Gelê Kurd berdêlên mezin ên hatin dayin tu carî ji bîr nekir, wê ji bîr neke û têkoşînê bidomîne.” 
 
BÛLDAN: EM KUJERAN NAS DIKIN
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, da zanîn ku Sîncar ji aliyê hêzên diyar ve hate qetilkirin û wiha got: “Em kujerên Mehmet Sîncar nas dikin. Em zanin bê kê fermana kuştina Mehmet Sîncar da û kê ew qetil kir. Lê belê tevî ku di ser re 29 sal derbas bûne jî hîn di doza Mehmet Sîncar de kesek nehatiye girtin. Ev yek sîstema hiqûqê û edaleta li Tirkiyeyê careke din radixe pêş çavan. Divê di vê dozê de Mehmet Agar weke bersûc were darizandin, diviya bû îtîrafkar hebûna, nayê qebûlkirin ku yek ji wan niha ne di girtîgehê de be û ne jî bên girtin.
 
CÎNAYETÊN KIRYARÊN NEDIYAR TÊN XELATKIRIN
 
Ne tenê di qetilkirina Mehmet Sîncar de, li Tirkiyeyê bi hezaran kesên navên wan di cînayetên kiryarên nediyar de derbas dibin, nayên darizandin û girtin. Berovajiyê wê tên parastin û xelatkirin.”
 
JI DUH HETA ÎRO TIŞTEK NEHAT GUHERTIN 
 
Bûldan, anî ziman ku di navbera Tirkiyeya beriya 29 salan û ya îro de tiştek nehatiye guhertin û wiha berdewam kir: “Tirkiye di salên 1990'î de çawa bû, di salên 2020'î de jî bi heman rengî ye. Qet pêşketin nîne, ne ji aliyê însanî ne jî ji aliyê wijdanî, hiqûqî û siyasî ve pêşketinek li Tirkiyeyê nîne. Di salên 90'î de kurd di nava kolanan de dihatin kuştin, yan jî li girtîgehan bi îşkenceyê dihatin qetilkirin, çixare li ser bedena wan dihate vemirandin û dihatin kuştin. Îro jî hestiyên kurdan di kîsikan de radestî bavê wan tê kirin. Hestiyên kurdan bi kîsikan bi kargoyê ji dayikên wan re dişînin. Ya ku li kurdan rewa tê dîtin zilm e û hîn jî dewam dike.
 
HEWLDANA SERÎ TEWANDINÊ JI WAN RE BÛ DERS
 
Ew difikirin ku heke vê bikin wê kurd serî bitewînin, çokê deynin. Me gelek kuştin dîtin, gelek caran îşkence li me hate kirin, em hatin qetilkirin, lê belê me tu carî serî netewand, em ê ji niha û pê ve jî netewînin. Kiryara ku doh li hemberî wekîla me Semra Guzel hate kirin û ya di salên 1990'î de li Mehmet Sîncar û hevalên wî hate kirin weke hev in. Hewldana serî tewandina parlamentera me Guzelê ji wan re bû derseke baş.
 
SEMRA GUZEL SERÊ XWE NETEWAND
 
Semra Guzel serê xwe netewand. Ji ber ku Semra Guzel hevrêya Mehmet Sîncar e, hevrêya bi hezaran hevalên me ye ku mîna Mehmet Sîncar hatin qetilkirin e. Em careke din soz didin gelê xwe, gelê kurd, Mehmet Sîncar û hevalên wî; bila dilê we rehet be. Em dersê ji we werdigirin û bi vî rengî hatine vê astê. Bi saya we em siyaseta demokratîk dimeşînin. Ji ber wê yekê em ê tu car serî netewînin û çok nedeynin. Ez careke din hevrêyê me Mehmet Sîncar bi rêzdarî bi bîr tînim û bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînim.”
 
Bîranîn piştî ku girseyê qûrnefîl danîn ser gora Sîncar bi dawî bû. 
 

Sernavên din

08/09/2022
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’