MÊRDÎN - Herêma Omeriya ya Mêrdînê 3 caran li ser hev bi balafirên şer hat bombekirin.
Hat ragihandin ku îro saet di 17.45'an de herêma di navbera herêma Omeriya ya Mêrdînê û gundên Çalê û Bizikê yên Nisêbînê de bi balafirên şer hatiye bombekirin. Hat diyarkirin ku herêm 3 caran li ser hev bi balafirên şer hatiye bombekirin.
Hat ragihandin ku herêm demeke dirêj ji aliyê komên tevgerên taybet ve tê kontrolkirin.