WAN - Li navçeya Tûşba ya Wanê jina bi navê Dilay Yîgît bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Alî Paşa a navçeya Tûşba ya Wanê dayika 2 zarokan Dilay Yîgît a 35 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Derbarê bûyerê de lêpirsin hat destpêkirin. Piştî karê otopsiyê, cenazeyê Yîgîtê li goristana taxê hat veşartin.