Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e

STENBOL - Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê nebin cihê çareseriyê û got, aştiya mayînde ne bi lihevkirina Esad û Erdogan, dê bi pêkhateyeke demokratîk a bi pêşengiya jinan pêk bê ku reng û dengên cuda di xwe de dihewîne. 
 
Li gel gefên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde dibin. Bertekên gelek derdoran ên li dijî vê polîtîkaya desthilatê jî didomin. Hunermend, rewşenbîr û nivîskar jî di nav de 308 kesan di 12'ê Tebaxê de ji maseya şeşalî re gotin "Nebe şirîkê sûcê şer ê desthilatê" û danezanek belav kir. Ji kesên ku îmze danîne bin vê danezana navborî aştîxwaz û pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan destnîşan kir ku divê her kes bi taybetî jî muxalefet li hemberî şer xwedî helwesteke cidî be.
'DESTHILATA POLÎTÎKAYÊN ŞER'
 
Altan diyar kir ku Tirkiye ev demeke dirêj e li bakurê Sûriyeyê di bin navê "herêma ewle" de polîtîkayên berfirehkirinê dimeşîne û got, tişta ku ewlehiya sînor misoger bike aştî ye. Altan diyar kir ku AKP di her qadê de têk çûye û got: “Polîtîkaya şer a AKP’ê bûye argumanek e ku desthilatdariya xwe li ser ava kiriye. Ji ber ku êdî ne di edaletê de, ne di demokrasî û aboriyê de û ne jî di qadên din de desthilatdariya AKP'ê nikare bi ser bikeve, xwe li netewperestî û êrşkariyê digire ji bo desthilata xwe bidomîne. Desthilata xwe li ser polîtîkaya şer ava dike."
 
KERRÎTIYEK MEZIN
 
Altan destnîşan kir ku polîtîkayên şer ne ji bo mifha gelan in û wiha got: “Me di danezana xwe ya 308 îmzeyî de bang li Maseya Şeşalî kir ku xwedî helwest be. Derbarê şerê li Tirkiyeyê de kerrîtiyeke mezin heye. Lê ji xeynî şer, krîza aborî, bêedaletî û pêkanînên antîdemokratîk, tengijîna desthilatdariyê çavkaniya sereke ya neçareseriyê ye. Desthilat di hemû daxuyaniyên xwe de dibêje, 'Çavê me ne li bihostek axa tu kesî ye jî, em dixwazin herêmeke ji terorê xalî ava bikin'. Lê AKP xeyalên osmaniya nû ku herêmine din li axa xwe zêde bike, pompeyî alîgirên xwe dike. Her wiha vê yekê wekî argumaneke hilbijartinê jî bi kar tîne.”
 
AŞTÎ TUNE BE EWLEHIYA SÎNOR JÎ TUNE YE
 
Altan îşaret bi wê yekê kir ku desthilata AKP'ê bi xeyalên osmanperestiya nû dixwaze Mûsil û Kerkûkê daxilî nava axa xwe bike û got: "Desthilat tim dibêje, 'Em ê nehêlin dewleteke kurdî ava bibe, em ê herêmê ji terorîstan paqij bikin, em ê xalî bikin.' Lewma dibêje 'Em ê qadeke ewlehiyê ya 30 kîlometreyî ava bikin.'  Lê dema ku hûn 30 kîlometre ber bi başûr ve biçin, ger dostekî we tune be an jî kesin we bi wan re peymana aştiyê çêkiribe tune bin, dê tu sînor ne bi ewle bin. Ne 30 kîlometre, hûn 130 kîlometreyan jî biçin, hûn ê nikaribin wê bi ewle bikin."
 
ZAROK, JIN, SIVÎL...
 
Altan diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo êrişên ku dê bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibêje "paqijî" û wiha domand: "Qesda wan a ji paqijiyê ev e: Desthilat hemû kesên li wir terorîze dike. Ger her kes terorîst be paqijkirin tê çi wateyê? Paqijkirin tê wateya qirkirinê. Yanî ez ê wir ji terorê xalî bikim, ez ê ji ya ya ku niha dikim zêdetir bikim. Heta niha jin, zarok, mêr û sivîl ji aliyê SÎHA, balafir û topên tirk ve hatine qetilkirin. Dema li Zaxoyê ne kurd, ereb hatin kuştin, hebikekî be jî cîhan hay ji vê komkujiyê çêbû."
 
SIVÎLÊN TÊN KUŞTIN WEKÎ SIVÎL TÊN ÎLANKIRIN
 
Altan bilêv kir ku Tirkiye bi bomberdûmana hewayî û topan êrişê dibe ser gelên li dijî DAIŞ'ê şer diikin û axa xwe diparêzin û got, sivîlên mirine wekî "terorîst" hatine îlankirin. Altan wiha domand: “Hûn navê kevokên aştiyê jî li van êrişan bikin, ev dagirkerî ye. Ew ax bi salane di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, lê pirsgirêk bi dawî nabin. Herî dawî hêzên cîhadparêz û çeteyên li wir ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û wan birêxistin dike, alaya Tirkiyeyê şewitandin û bertek nîşan dan. Ji ber ku çareseriya pirsgirêkan ne şer e."
 
AKTORÊN DER
 
Altan got: "Lihevkirina Esad û Erdogan dê aştiyê neyen. Ji ber ku li Tirkiyeyê nêvengeke demokratîk tune ye, li Sûriyeyê gelek aktorên der hene. Sedema sereke ya hebûna DYA û Rûsyayê ya li wir jî ev e. Ji ber ku ne li Sûriyê ne jî li Tirkiyê rêz û hurmet ji kêmneteweyan û cudahiyên nijadî re tune ye. Mesela, li Tirkiyeyê tiştekî gelekî berbelav heye. Bi taybetî jî ji penaberên sûriyeyî re dibêjin, 'Çima hûn neçûn we axa xwe neparast? Çima hûn reviyan hatin vir, li welatê me dijîn?' Lê kesên ku axa xwe diparêzin jî wekî terorîst îlan dike. YPG'ê li dijî DAIŞ'ê ew gund parastin û bi berxwedana Kobanê re dest bi têkşikandinaDAIŞ'ê kir. Hûn ji vê pêkhateyê re ku welatê xwe û axa xwe diparêze, dibêjin terorîst û bi ser de dixwazin her kes jî ji wan re bibêje terorîst. Ji ber ku Tirkiyeyê ji YPG'ê re gotiye terorîst, her kes ne mecbûr e bibêje terorîst û kesên li wir li herêma xwe dijîn jî ne terorîst in."
 
'PÊKHATEYEKE DEMOKRATÎK'
 
Altan destnîşan kir ku sedemeke din a ku Tirkiye bi israr dixwaze êrişê bibe ser Rojavayê jî, pêkhateya jinan a li wir eû got, ji lew re li Rojavayê pêkhateyeke bi pêşengiya jinan heye ku jinê kiriye kirde. Altan got: “Tirkiye bi terorîzekirina vê pêkhateyê re nîşan dide ku ew pêkhateyeke jinparêz, qebûl dike û herêmeke di bin kontrola çete û rêxistinên cîhadparêz de dixwaze. Loma jî aştiyeke mayînde ne bi lihevkirina Esad û Erdogan, dê bi pêkhateyeke demokratîk a bi pêşengiya jinan pêk bê ku reng û dengên cuda di xwe de dihewîne."
 
'GER PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE DÊ RÊ VEBE'
 
Altan bibîr xist ku muxalefeta Tirkiyeyê li ber polîtîkayên şer ên desthilata AKP-MHP'ê bêdeng e û got: "Muxalefeta ji destpêkê ve li ber polîtîkayên şer ên desthilatê bêdeng e, tew li pişt AKP'ê rêz girt û got, 'Em li cem dewleta xwe ne.' Di vî şerî de tu berjewendiyeke neteweyî ya Tirkiyeyê tune ye. Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê jî pirsgirêka kurd e. Maseyeke şeşalî ku pirsgirêka kurd çareser neke û ji bo çareserkirina wê ne xwedî bernameyekê be, ne pêkan e ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Ger hûn vê çareser bikin, hûn dikarin aboriyê jî çareser bikin, pêşî li ber şer jî bigirin û aştiyê jî bînin. Wê demê dê pêşî li ber we vebe."
 
‘MASEYA ŞEŞALÎ ŞIRÎKÊ SÛC E'
 
Altan destnîşan kir ku di mijara pirsgirêka kurd de bernameyeke zelal a Maseya Şeşalî tune ye û got: “Ji ber vê yekê ez Maseya Şeşalî wekî şirîkê sûc pênase dikim. Bi erêkirina tezkereyan û erêkirina biryara ji bo şandina eskeran a ber bi Sûriyeyê ve, piştgirî dane van polîtîkayan. Eger niha êrişek nû çêbibe, ji ber ku dê li ber ranebin ew jî dê bibin şirîkên wî sûcî. Ev dê bibe cihê encamine xirabtir ji bo Tirkiyeyê, ev dê bibe dagirkerî. Lewma divê bi feraseta ku ev dagirkerî ye divê li dij wê bê derketin."
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

08/09/2022
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’