Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest

img
AMED - Bi îdiaya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal û çar axaftinên xwe yên cuda de “propagandaya rêxistinê” kiriye heta 43 salan cezayê girtîgehê jê re hate xwestin. 
 
* Danişîna doza derbarê Hevseroka Kongreya Civakî ya Kurdistanê (KCD) Leyla Guvenê ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin de li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Guven, ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê ku lê girtî ye bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, parêzer Serdar Çelebî jî di danişînê de amade bû. 
 
Di danişînê de dozgerê ku mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, diyar kir ku beriya parlamenteriya Guven bê xistin di 14’ê tîrmehê 2019’an de di weşana zindî ya li ser hesaba medyaya dîjîtal a “Rêxistina HDP’a Amedê” hatiye weşandin de axaftineke kurdî kiriye. Dozger îdia kir ku Guven bi bîr anîna kesên li Girtîgeha Amedê ya bi darbeya leşkerî ya 1980’î bi îşkenceyan hatiye rojevê ketine çalakiya rojiya mirinê “propagandaya rêxistinê” kirine. 
 
JI 4 AXAFTINÊN WÊ RE LÊPIRSÎNA PROPAGANDAYÊ  
 
Dozger di mutalaa xwe de axaftina Guven a “Niha li Rojava berxwedaneke bêhempa heye” ku di çalakiyeke 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya Li Dijî Jinê re de axiviye û qala têkoşîna jinên kurd kiriye weke “propagandaya rêxistinê” nirxand. 
 
Dozger, parast ku di encama lêpirsîna giliya di 13’ê sibata 2019’an de bi îdiaya “alîgira rêxistinê” li Navenda Ragihandina Serokkomariyê de, axaftineke ku Guvenê di 11’ê îlona 2019’an de kiriye, ji aliyê rojnamevan Fehîm Işik ve li ser hesaba wî ya medyaya dîjîtal hatiye parvekirin, Guvenê jî ev retweetkiriye û gotinên wê yên “heta ku pirsgirêka kurd bidome wê tev li bûnên gerilayan jî bidomin” weke “propagandaya rêxistinê” dihewînin. 
 
Dozgeriyê îdiakir ku vîdeoya axaftina Guvenê di malpereke înternetê ya nûçeyan de hatiye parvekirin û Guven di vê axaftinê de propaganda kiriye û Guven di 8 parvekirinan de der barê girtîgehan, tecrîda li ser Abdullah Ocalan û ciwanên di êrîşa DAIŞ'ê ya li Pirsûsê de hatin qetilkirin propaganda kiriye. 
 
XWEST HEMÛ HUKMÊN ZÊDEKIRINÊ BÊN SEPANDIN
 
Dozgerê ku ji ber parvekirinên medyaya civakî xwest Guven ji salekê heta 5 salan cezayê hepsê bistîne û ji ber parvekirinên wê yên di medyaya civakî de îdîa kir ku sûc bi rêya çapemeniyê hatiye kirin û xwest ku ev ceza nîvî bê zêdekirin û ji salek û 6 mehan heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê were dayîn. Dozger xwest parvekirina Guven di çarçoveya xala 43’yemîn a Qanûna Ceza ya Tirk de bê nirxandin. Dozger xwest ku Guven ji sînorê jêr salek 10 meh û 15 rojan heta 2 sal 7 meh û 15 rojan ji sînorê jor 9 sal 4 meh 15 roj heta 13 sal mehek û 15 roj cezayê hefsê bê cezakirin. 
 
Dozger ji ber 4 axaftinên Guven ên qadên vekirî li ser medyaya dîjîtal hatine weşandin xwest Guven ji “propagandaya rêxistinê” bi komî 30 salan cezayê girtîgehê bigire. 
 
BI KOMÎ 43 SAL Û MEHEK Û 15 ROJ CEZAYÊ HEFSÊ HATE XWESTIN
 
Dozger xwest ku li Guvenê bi komî 43 sal mehek û 15 rojan cezayê hefsê bê birîn. 
 
GUVEN: AXAFTIN XELET HATE WERGÊRANDIN
 
Guven a li dijî mutalaa dozger mafê axaftinê girt, diyar kir ku axaftina wê ya bi kurdî xelet hatiye wergêrandin û xwest ku di vê mijarê de kesekî pispor bê tayînkirin. Guven, bi lêv kir ku wê parastina xwe di danişîneke din de bike. Parêzerê Guvenê Serdar Çelebî ji bo li dijî mutalaayê parastinê bike daxwaza demê kir. 
 
Dadgehê daxwaza Guven a tayînkirina kesekî pispor qebûl nekir, daxwaza demê ya parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 17’ê cotmehê kir. 
 
 
 

Sernavên din

08/09/2022
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye
19:33 ÎHD’ê kesên ku îşkence li Guzelê kirin gilî kir
18:45 Herêma Omeriya bi balafirên şer hat bombekirin
17:43 Di salvegera erdheja Licê de erdhejên gengaz bibîr xistin
17:17 Siyasetmedarê kurd Alver jiyana xwe ji dest da
17:06 Polîsê ku Adem Kara kuşt hate girtin
16:51 Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin bi kelemçeyê birin girtîgehê
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’