WAN - Malbatên girtiyan li baxçeyê Edliyeya Wanê hatin cem hev û daxwazên xwe yên edaletê careke din anîn ziman.
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan dabûn destpêkirin berdewam dike. Malbat ji bo nobetê hatin pêşiya Edliyeya Wanê û di baxçeyê edliyeyê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (TUAY-DER) patiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî tev li çalakiyê bûn.
‘EM Ê LI VIR BIN’
Yek ji malbata girtiyan Aslihan Tîmûr destnîşan kir ku daxwaza wan bi tenê di welateke biedalet de jiyîn e û wiha axivî: “Zarokên me tim sirgûnî girtîgehên din dikin. Heya ku ev sepanên li ser zarokên me tên meşandin bi dawî bibin, em ê li vir bin.”
Polîsan xwestîn bi biryara walîtiyê çalakiyê asteng bikin. Malbat jî bi çepik û tîlîliyan bertek nîşanî vê helwesta polîsan dan.