Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan

img

AMED - Girtiyê nexweş Şemseddin Kargili ku ji sedî 89 astengdar e û pençeşêra gurçikê lê peyda bûye, ji ber rapora ATK'ê ya "dikare di girtîgehê de bimîne" nayê berdan.

 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 517 jê giran hezar û 651 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş ên di lîsteya nexweşên giran a ÎHD'ê de yek jê jî Şemseddîn Kargili ye. Kargili ji sala 1993'an ve girtiye û cezaye muhebedê lê hatiye birîn. Kargili, bi nexweşîna pençeşêra gurçikê ketiye û di heman demê de jî nexweşiyên dil, tansiyon û hwd. pê re hene. Her wiha Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a  Amedê jî di sala 2015’an de rapora astengdariyê ya ji sedî 89 daye Kargili, lê berdana wî ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatiye taloq kirin. Kargili, niha di Girtîtgeha Dîlokê ya Tipa H'yê de ye.
 
Rojda Kargili, keça Şemseddîn Kargili bi lêv kir ku berî girtîgehê tu nexweşiyên bavê wê tune bûne, lê niha gelek nexweşî lê peyda bûne û got, nexweşiya pençeşêra gurçikê, nexweşiya dil, diyabet, tansiyon û gelek nexweşiyên din pê re hene. Kargili da zanîn ku 10 sal in nexweşiya pençeşêrê li bavê wê peyda bûye û berî pençeşerê jî gelek caran krîza dil derbas kiriye. Kargili diyar kir ku dema nexweşiya pençeşêrê li bavê wê peyda bûye nexweşxneyê raporek amade kiriye ku ew nikare di girtîgehê de bimîne, lê ATK'ê berdana wî taloq kiriye. Kargili anî ziman ku di sala 2015’an de jî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê jî rapora, ji sedî 89 astengdariyê daye wî û gotiye 'divê be berdan,’ lê ATK'ê ev rapor jî esas negirtiye. 
 
JI BER İŞKENCEYÊ NEXWEŞ KETIYE
 
Rojda Kargili di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku gelek caran serî li ATK'ê dane, lê tu encam bi dest nexistine û got: “Li gorî raporên nexweşxaneyê jî divê bavê min bê berdan. Lê tevî raporan û serledanên me jî ATK berdana wî taloq kir. Ji bo ku bavê min berdin me gelek caran serî li Wezareta Dadê jî kir lê bersivek êrenî nedan. Bavê min li girtîgehê nayê dermankirin. Par dema pandemiyê diviyabû tedawiya wî bihata kirin, lê nebirin nexweşxanê û di revî de derman kirin. Di revîrê de jî tedawiyêk wisa bi rêkûpêk naye kirin. Nexweşiyên bavê min giran in, nexweşiya pençeşêrê divê li nexweşxaneyê bê dermankirin. Tenê dermanê êşbiriyê didin. Lê dermanê êşbiriyê wê çawa nexweşiya pençeşêrê sax bike? Bavê min 30 rojan di îşkenceyê de maye. Di îşkenceyê de neynûk û diranên wî kişandine, ceyran dane laşê wî. Bavê min ji ber wan îşkenceyan nexweş ketiye. Heke li derve bûna nexweşiyên wî ew qas giran nedibûn.”
 
TAHDEYA GARDIYANAN
 
Kargili bi lêv kir ku bavê wê dema hatiye girtin sewqî Girtîgeha Tipa E ya Amedê hatiye kirine û pişt re jî sirgûnî Amasya, Bolû û Sêrtê hatiye kirin û ji vir jî ji ber nexweşiyê sirgûnî Girtîgeha Amedê ya Tipa D'yê hatiye kirin. Kargili anî ziman ku bavê wê 7 salan di Girtîgeha Amedê de maye û paşê ew sirgûnî Girtîgeha Dîlokê hatiye kirin û niha jî di Girtîgeha Dîlokê ya Tipa H'yê de ye. Kargili destnîşan kir ku li girtîgehan pêkanînên bêhiqûqî tên kirin û axaftina xwe wiha domand: “Dema em diçin girtîgehê cem wî, her derê me kontrol dikin û lêgerîna tazî li me ferz dikin. Gardiyan bi awayekî hişk nêzî me dibin. Zext li ser derûniya girtiyan heye. Dema em bi telefonê bi bavê xwe re diaxivin ji me re dibêje 'xwarina kartû didin me.' Gardiyan îşkenceyê li girtiyan dikin.  Yanî bi her awayî zext li ser girtiyan hene.” 
 
WEZARETA DADÊ JI BO SEWQÊ PERE JI MALBATÊ XWESTIYE
 
Kargili bi lêv kir ku ji ber ku derfetên wan kêm in nikarin biçin Dîlokê û ji ber vê name ji Wezareta Dadê re şandine ku bavê wê sewqî Girtîgeha Amedê bê kirin û got: "Lê wezaretê di bersiva xwe de got, ‘Pereyên xwarina leşkeran, heqê rê û pereyên wesayita ku wî bîne Amedê ji me re bişînin em ê sewqî Amedê bikin'." Kargili wiha bertek nîşanî peyama bersiva Wezareta Dadê da: “Gava sirgûn dikin ji me re nabêjin, lê dema em dixwazin ku girtiyên me sewqî vir bên kirin jî, doza pereyan li me dikin. Sirgunkirina girtiyan di heman demê de cezakirina malbatên wan e jî. Jixwe armanca wan ew e ku hem malbatan hem jî girtiyan bi hev re ceza bikin. Bi wan polîtikayên sirgunê dixwazin gelê kurd biqutifînin, lê çi dikin bila bikin gelê kurd dê paş de gav neavêje." 
 
‘NEHIŞTIN BAVÊ MIN TEVLÎ CENAZEYÊ DIYA XWE BIBE’
 
Kargili da zanîn ku dema dapîra wê jiyana xwe ji dest daye nehiştine bavê wê tevli merasîma cenazeyê diya xwe bibe û got: “Ji bo bavê min tevlî cenaze bibe, me cenaze çend saetan da sekinandin û serî li Wezareta Dadê kir ku bavê min jî were merasîma cenazeyê dêya xwe. Lê nehiştin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Kargili di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî kir ku li dijî van pêkanînên bêhiqûqî bêdeng nemîne û got: “Divê gelê kurd li hemberî van polîtikayan rabin û li hemberî binpêkirinên mafên girtiyan dengê xwe bilind bikin. Ew ji ber ku maf û zimanê xwe parastine di girtîgehê de ne. Lewma divê gelê kurd xwedî li girtiyên xwe derkeve. Yanî tu edalet li holê nemaye. Çend roj berê li hestiyên law di tûrikekî de radestî bav kirin. Li hemberî van neheqiyan divê gelê kurd rabe ser pêyan. Daxwaza me jî ew e ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.”
 

Sernavên din

11/09/2022
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin