52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir

  • rojane
  • 16:35 10 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi mebesta ronîkirina êrişa li Xelîfanê li dijî endamên HPG’ê, 52 partî û saziyên kurd ên li Ewropayê bang kir û gotin: “Tekane rêya parastina Kurdistanê, yekitî ye.” 
 
Di 5’ê îlonê de li herêma Xelîfan a Hewlêrê li dijî komeke endamên HPG’ê êriş hatibû kirin û raya giştî ya kurd bertekên tund nîşan dan. Di vê çarçoveyê de 52 partî û saziyên kurd ên xebatên xwe li Ewropayê didomînin daxuyaniyek dan û xwestin ku êrişa li Xelîfanê bê ronîkirin. 
 
Daxuyaniya paratî û saziyên kurd wiha ye:
 
“Parastina berjewendiyên neteweyî yên gelê kurdistanê, di serî de bi nîşandana nerazîbûnên xwe yên li dijî polîtîkayên dagirkerî û komkujiyê yên dewleta tirk a qirker û dewletên din ên mêtînger ên li Kurdistanê pêkan e. 
 
Em hemû dizanin ku dewleta tirk xewna Osmaniyeke nû dibîne û dixwaze ji Helebê heta Mûsil û Kerkûkê ku ji wan re dibêjin sînorên Mîsakî-Mîllî, axa Kurdistanê bi temamî dagir bike û desteser bike.  Bi kurtasî dewleta tirk ji bo ji nû ve dagirkirina tevahiya Kurdistanê rêbazên herî qirêj pêş dixe.
 
 Bi dîtina vê yekê, divê gel û hemû partiyên Kurdistanê helwestên xwe yên ji bo berjewendiyên neteweyî derbixin pêş.  Ev hem erkekî neteweyî ye û hem jî tekane rêya parastina Kurdistanê ye.
 
ÊRIŞÊN DAWÎ ME TÊXE NAVA FIKARAN 
 
Ji ber vê yekê berxwedana gerîla ya li Zap û Metîna berxwedaneke neteweyî ya li dijî dagirkeriya Kurdistanê ye û ji bo parastina destkeftî û pêşeroja gelê kurd e.  Ji ber ku dewleta tirk a dagirker ne tenê li dijî gerîla, êrişî hemû nirx û destkeftiyên kurdan dike.  Her kes, sazî û partiyeke Kurdistanê bi xwedîderketina vê berxwedanê ve parastina destkeftiyên gelê me yên li Başûr û Rojava û têkoşîna azadiyê ya parçeyên din garantî dike. Geşedanên dawî, weke sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê me dixe nava fikaran. Ev geşedan zirarê dide berjewendiyên neteweyî yên gelê kurdistanê.
 
Lê belê dema ku gerîlayên azadiyê li hemberî van planên qirêj û dagirker ên artêşa tirk a dagirker serkeftinên mezin bi dest dixin, li herêmên başûrê Kurdistanê yên ne şer li dijî gerîlayên azadiyê êriş pêk tên.  Mîna êrişên yekem ên 26’ê tîrmeha 2021’an û ya duyemîn di 29’ê tebaxa 2021’an de, niha jî ya sêyemîn di 5’ê îlona 2022’yan de pêk hat.  Di van her sê êrişan de heta niha bi giştî 12 gerîlayên azadiyê şehîd bûne. Ev her sê bûyer jî li benda zelalkirin û lêkolîneke cidî ne.
 
BANGA RONÎKIRINA ÊRIŞÊ
 
Em banga HPG’ê ya ji bo ronîkirina bûyerê qebûl dikin û piştgirî didin, ku tê de tê gotin ku 3 gerîlayên ji tîma gerîlayan a li Geliyê Balîsanê ji aliyê balafirên keşfê ve hatiye kirin, şehîd bûne û 2 jê birîndar bûne.  Ji ber ku piştî êrişa balafirên keşfê, hêzên PDK'ê mudaxeleyî cihê bûyerê kirine û ji aliyê çavkaniyên herêmî ve jî hin dengên çekan hatine bihîstin.  Li gorî medyayê, tê gotin ku 2 gerîlayên birîndar ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin û birine cihekî nediyar.  Her wiha daxwaza me ya sereke ew e ku bûyer bê ronîkirin û gerîlayên birîndar ên hatine destgîrkirin jî radestî yekîneyên wan bên kirin.
 
ÊRIŞ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR DIKARE WERIN PÛÇKIRIN
 
Xuyaye di her sê êrişan de jî agahî ji herêmê ji dijmin re hatine dayîn. Zelalkirina vê bûyerê erka serdestên herêmê, yên asayîş û pêşmergeyên PDK'ê ye. Êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk encax bi têkoşîna hevpar û hevgirtina hemû hêzên Kurdistanî dikare were pûçkirin.  Ev karekî neteweyî yê hevpar e. Tevî vê yekê em careke din diyar dikin ku em hemû derdorên ku agahî û alîkariyê didin dijmin şermezar dikin û banga bidawîkirina vê dikin.
 
Em weke sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê di wê baweriyê de ne ku divê ev bûyer bê lêkolînkirin û ronîkirin.  Her wiha bi lezgîn radestkirina her du gerîlayên birîndar ji bo yekîneyên wan, wê diyaloga navbera kurdan xurtir bike û polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk jî pûç bike.  Heke ev yek pêk neyê, wê zerarê bide destkeftiyên Kurdistanê û rê li ber polîtîkayên komkujî û dagirkeriyê yên dewleta tirk a mêtînger li Kurdistanê veke.
 
Weke partî û saziyên Kurdistanî yên li jêr îmze kirine, banga me ji hemû gel û aliyên Kurdistanê re ew e ku li hemberî siyasetên dagirker û qirker ên dewleta tirk a mêtînger ên li ser Kurdistanê, bi ruhê yekitiya neteweyî, ji berjewendiyên neteweyî yên gelê kurdistanê berxwedanê bilind bikin.”
 
NAVÊN SAZÎ Û PARTIYAN
 
Sazî û partiyên daxuyanî îmze kirin ev in: 
 
“Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK), Tevgêra Goran, Kongreya Civakên  Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa(TJK-E), Partiya Şûî Kurdistan, Kongra Star, Partiya Zehmetkêşan, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê (P.D.K.S ), Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriyeyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê (PÇDKS), Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El Partî), Partiya Çep a Demokrat li  Sûriyeyê, Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyeyê, Partiya Kesk a Demokrat a Kurdistanî li Sûriyeyê, Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriyeyê, Partiya Komunîst a Kurdistanî li Sûriyeyê, Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Tevgera Kawa, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Yakyatî Şoreşgêrî Kurdistan,  Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Platforma Horam, Platforma Zagros, Platform Yarsan, Yarî Kurd, Partiya Demokrat û Pe^s¸verû Ya Kurdî li Suriyeyê, Tevgera Çand û Hunera Kurd (Tevçand), Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V, Federesyona Elewiyên Kurdistanê (FEDA), Navenda Mal û Komelê Êzdiyan (NAV YEK), Kurdische Zentrum Berlin, ( Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Enstîtûya Kurdî – Almanya, Enstîtûya Kurdî – Bruksel, Meclisa Şengal a Derveyî Welat (MŞD), Yekitiya Mamostayên Kurdistanê (YMK), Yekitiya Êzdiyên Sûriyeyê (YES), Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V., Dachverband der Êzidischen Frauenräte, Deutsch-kurdisches Forum (DKF) e.V  Dresden, Kongreya Gel a Mezopotamyayê, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, Kurdistan human rights Association, Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî û Partiya Roj.”
 

Sernavên din

11/09/2022
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin