Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe

  • rojane
  • 10:31 12 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina girêdayî nifûsa Hatayê a li Kampa Holê de dimîne destnîşan kir ku ew bi hêsanî hatine Kampa Holê, derketina wê jî pir zehmet e wiha got: “Divê em ji bo Tirkiyeyê erzan nebin.”
 
Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (QSD) û bi piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di 25'ê Tebaxê de li kampa Holê ji bo mîsogerkirina ewlehiyê û girtina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hate destpêkirin. Ji 50 welatan ji 8 hezaran zêdetir kes di kampê de dimîne û heya niha tenê 20 welatan welatiyên xwe ji kampê girt. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Jina tirk Saadet Guler piştî têkçûna DAIŞ’ê li Kampa holê tenê ma. Guler destnîşan kiri ku ew li bendê ne ku Tirkiye wan ji wir bigire
 
JI HATAYÊ BER BI SÛRIYÊ VE
 
Hevjîna DAIŞ`î Saadet Guler (47) dayika 3 zarokan e. Ew bi xwe ji bajarê Hatay yê Tirkiyê ye û tenê bi zimanê tirkî dizane. Balkêş e ku heya niha wê xwe fêrî zimanê erebî nekiriye. Ji ber hem li kampa Holê hem jî di DAIŞ bi xwe de zimanê esasî yê “dewleta Îslamê” erebî ye. Dema sedema nefêrkirina zimanê erebî dipirsin bêbersiv dimîne.
 
Li gorî şîrovekirina Guler ew ji bo îslamiyetê hin baştir bijîn bi 3 zarokên xwe re hatine Sûriyê. Destpêkê 3 mehan vê biryara hevjînê xwe red dike lê paşê erê kiriye. Hevjînê wê ji Samsûnê yê Tirkiyê ye. Hevjînê wê ji kar derdikeve. Di dawiya 2014`an de ji Dîlokê bê ku leşkerên Tirkiyeyê ji wan re astengî derxin bi 3 zarokên xwe re derbasî Bablemanê dibin. Li vir bi gelek însanên biyanî ku ew jî ji bo şandina Sûriyê hatine komkirin tev li wan dibin. Saadet Guler got di nav wan jinên ku hatine komkirin de jinên êzîdî jî hebûn. Ji wir derbasî Minbicê dibin.
 
Jİ BER JI SÎNORÊN TIRKİYÊ DÛRKETİN NİKARÎN JI HERÊMÊ DERKEVİN
 
Saadet Guler derbarê serpêhitiya xwe de ev tişt gotin: “Di nav wan koman de jinên ji Tirkiyê, Misir û Iraqê jî hebûn. Li Minbicê derketina derve li me qedexe bû. Tenê dihiştin ku em herin nexweşxaneyê. Lê hinek dihatin me bi giştî dibirin. Li Minbicê gelek Tirk hebûn. Hevjîna min birin cihekî cûda, piştî 15 rojan hevjînê min hat û me li Babê mal girt. Demekê em li Babê man paşê dîsa vegeriyan Minbicê, ji wir çûn Tepqa ye û li wir man. Di encama topbaranê de em ji cihekî diçûn cihekî din. Herî dawî li cihekî nêzî Baxozê man.”
 
Saadet Guler diyar kir ku gelek caran xwestine ji Sûriyê derkevin lê di encama topbaranê ji sînorên Tirkiyê dûr diketin û cihê derketine nedidîtin.
 
XEYALÊN ZAROKAN DIZÎN
 
Yên ku bi agirê van malbatên DAIŞ`î dişewitîn helbet zarok in. Ew jî li ser heman hişmendiya DAIŞ têne perwerdekirin ku nifşekî nû ji DAIŞ xetertir tê avakirin. Saadet Guler jî di vê dîtinê de ye ku dibejê min xeyalên zarokên xwe dizîn û wiha pê de çû: “Dema zarokên min mezin bin wê xeyalên wan yê xweş nebin. Me ji destê zarokên xwe xeyalên wan birin. Me her tişt hesab nekir, baş nefikirn. Ji ber em li vir nikarin bi tenê bigerin neçar bûm ku keça xwe di 18 saliyê de bi yekî biyanî re bizewcînim. Hevjînê keça min jî niha girtiye. Hevjînê min jî girtiye.”
 
Derbarê rewşa kampa Holê de Saadet Guler ev tişt anî ziman: “Mirov nikare li vir bibejê ez wiha difikirim. Tu nikare bi rehetî tevbigerî. Hinek bi hinceteke biçûk dikarin tiştekî li yekî bikin. Pirsgirêka bêhntengî bi min re heye. Ji ber wê ez nikarim 3 qatan rûyê xwe bigirim. Lê rûxmî vê jî min hişyar kirin.”
 
ENCAMA DAIŞ`Ê: MIN TIŞTEKÎ WIHA XEYAL NEDIKIR
 
Guler ji bo rewşa xwe ya dawî anî ziman ku ew di xeletiyekê de ne û ji bo rewşa ku ew tê de ne ev tişt gotin: “Min tiştekî wiha xeyal nedikir. Li ser armanca hîn zêdetir em ê xweş bijîn em hatin, lê ev 3 sal û nîv di hesabê min de tune bû. Me ji hin cihan bardikir cihekî din. Di malbata min de ez tenê sergirtî me. Dema em di nav DAIŞ`ê de bûn bi rihetî li ser înternetê em bi malbatên xwe re diaxivîn. Malbata min tu carî vê biryara min qebûl nekir. Her ji me re digotin ji wir derkevin û werin.” 
 
`EM HASÊNÎ HATIN, DERKETIN ZEHMET E`
 
Guler ji halê ku ew tê de ne wek “em wekî axên windayî ne” pênase kir. Guler destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji bo derketinê wan sînor vekirî ye niha ji bo wan derî girtîne û wiha got: “Gelek kes ji vir derketin, dewletan ew wergirtin. Kes naxwaze li vir bijî. Min dixwest ku Tirkiyê bibejê ew hemwelatiya min e çi dibe bila bibe divê ez wê werbigirim. Destê xwe danîba ser masê, wergirtina me bixwesta. Tu dewlet nikare ji hemwelatiyê xwe re bibejê çi dibe bila bibe eleqê min jê nîne. Em dixwazin Tirkiyê, bi rêyên normal me ji vir derxe. Min gelekî dixwest li hemberî Tirkiyê bi dengekî bilind bibêjim hûn çima min nagirin. Ez hemwelatiya Tirkiyê me çima ji bo min ew tiştekî nakin? Em bi hêsanî derbasî vê derê bûn lê derketin zehmet e.”
 
`DIVÊ EM JI BO WAN NE ERZAN BIN`
 
Saadet Guler bang li Tirkiyeyê kir ku bila xwedî li hemwelatiyên xwe derkeve û got: “Ger Tirkiyê bibejê li wir bemire, divê em ji bo wan ewqasî ne erzan bin. Ev 3 sal û 8 meh in ez li vir im. Gelo dema em mirin wê dengê me bibihîsin?  Bila herkes dengê me bigire ku Tirkiyê me ji vir bixwaze. Wê çawa bigire nizanim lê bila bigire.”
 
 

Sernavên din

14/09/2022
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
09:00 Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî
09:00 SPT li Tirkiyeyê ye: Biçin çavkaniya tecrîd û îşkenceyê Îmraliyê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN
13/09/2022
19:50 Belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
19:08 Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin
17:38 Bijîşk ji girtiyê nexweş re ne nexweşî ‘sûcê’ wî pirsî!
17:32 Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e
17:07 Projeya avahiyên komelî ya Erdogan: Girtîgeha Tîpa Sûrê!
16:54 Du kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatin girtin
16:47 WHO: Rîskeke mezin heye ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
16:45 Tirkiyeyê kolberek qetil kir
16:26 YNK: Ji bo namzetiya serokkomariyê me û PDK’ê hêj li hev nekiriye
16:19 Nobeta Edaletê: Bila wezareta dadê berpirsyariya xwe pêk bîne
16:12 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bang kirin
15:33 Doza DÎAY-DER'ê: Şahidê nepen nehat danişîn hate taloqkirin
15:32 Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin
15:09 Şandeya HDP’ê li Xarpêtê ye: Em ê pirsgirêkan çareser bikin
15:01 Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
14:52 Greva birçîbûnê ya Kiriklarê ket roja 17’an: Bêhiqûqî tê rewawkirin
14:47 Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin
14:33 Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin
14:05 Wezaretê hejmara rojnamegerên girtî neda: Ev agahî raya giştî eleqedar nake
13:55 ÎSÎG: Di 8 mehan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:44 Mîçotakîs bersiv da Erdogan: Di berbangê de em li benda hatina we ne
13:35 Dozger ji bo rojnamevan Onver ceza xwest
13:28 Bulbul: Dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:04 Tevî biryara dûrxistinê hebû jî jinek hate qetilkirin
12:53 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin
12:39 Li nexweşxaneyê 35 rojan bikelemçekirî ma û ÎHÎK’ê salek piştre got; ‘binpêkirin tune ye’
12:38 ‘Divê serdana MÎT’ê ya li Iraqê bê lêkolînkirin’
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn
10:20 Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na'
09:41 Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin
09:38 DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin
09:14 Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
09:01 Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan
09:00 Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê
09:00 Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da