Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bang kirin

  • rojane
  • 16:12 13 Îlon 2022
  • |
img
SEMSÛR/DÎLOK - Rêxistinên HDP’ê yên Semsûr û Dîlokê bi mebesta bidawîkirina polîtîkayên pişaftinê û zextên li ser zimanê kurdî daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê. 
 
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Semsûr û Dîlokê bi dirûşmên “Dawî li pişaftina ser zimanê kurdî bînin” û “Li dijî pişaftinê perwerdehiya bi zimanê dayikê” daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’ê ya li ser Cehdeya Golbaşi ya Semsûrê hate dayîn. Nûnerên Rêxistina Partiya Çep a Kesk û rêxistinên civaka demokratîk jî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” hate vekirin. Daxuyanî ji hêla Endamê Lijneya Rêveber a Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP’ê Mehmet Bayir ve hate xwendin. 
 
Li Dîlokê jî HDP’ê bi heman mebestê û bi heman naverokê daxuyanî da. Daxuyanî li Parka Yeşîlsuyê hat dayîn. Nûnerên rêxistinên demokratîk ên bajêr jî piştgirî dan daxuyaniyê. Girseyê pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” û dowîza  “Bê ziman jiyan nabe” hate vekirin. Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî daxuyanî xwend. 
 
Daxuyaniya hevpar wiha ye:
 
“Hûn hemû bi xêr hatin. Li Tirkiyeyê duh serdema perwerdehiyê ya salên 2022-2023'yan dest pê kir. Wekî 99 salên borî, vê serdemê jî zarokên ku ne tirk in, nemaze jî bi milyonan zarokên kurd, dê li dibistanan ne bi zimanê xwe lê bi zimanê serdest dest bi perwerdeyê bikin.
 
Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û di 20’ê Mijdara 1989’an de bi Peymana Mafên Zarokan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin. Hemû dewletan jî ev peyman îmze kirine. Ev xal, bi awayekî fermî hatiye ferzkirin. Ev biryara bingehîn di hemû qadên ziman û çandê de derfetên wekheviyê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û parastina pirrengiya civakê diparêze û wan mafan bi awayekî qanûnî mîsoger dike. Tirkiyeyê ev peyman di sala 1995’an de îmze kiriye, lê belê xalên 17, 29 û 30 ên der barê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê de qebûl nekiriye. Ev biryar bi cih neaniye, loma jî binpêkirina van mafan îro jî didomîne.
 
RÊYA TÊKBIRINA CIVAKEKÊ, TUNEKIRINA ZIMANÊ WÊ YE
 
Di dirêjahiya dîroka Tirkiyeyê û di 100 salên dawî de, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî li ser esasên bişaftin û înkarê teşe girtiye. Zimanê kurdî bi awayekî sîstematîk ji hemû qadên jiyanê hate dûrxistin û tepisandin. Ji ber ku serdest baş dizanin rêya têkbirina civakekê tunekirina zimanê wê civakê ye. Lewma her tim bi hemû hêza xwe ji bo tunekirina zimanê kurdî xebitîne. Ew polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê yên sîstematîk, îro jî ji aliyê desthilatiya AKP-MHP’ê ve tê berdewamkirin. Zimanê kurdî îro jî ne zimanê perwerdehiyê ye, zarokên kurdan îro jî ji mafê perwerdehiyê mehrûm in. Qedexekirina zimanê dayikê û bişaftina zimanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku ev nêzî 100 sal in tê meşandin. 
 
SÛCEKÎ LI DIJÎ KURDAN Û MIROVAHIYÊ YE
 
Ji bo ku perwerdehiya zimanê dayikê were dayîn, em dubare daxwaz dikin ku xala 42’yemîn a Qanûna Bingehîn bê guhertin. Di wan peymanên navneteweyî de yên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, mafê perwerdehiya zimanê dayikê hatiye mîsogerkirin. Divê Tirkiye li gorî şertên van peymanan tevbigere û şertên peymanan bi cih bîne û ji dibistanên seretayî heta zanîngehan mafê perwerdehiya zimanê dayikê mîsoger bike. Em qedexe û zextên li ser zimanan û bi taybetî zimanê kurdî qebûl nakin. Astengkirina perwerdehiya zimanê kurdî sûcekî li dijî zarokên kurdan û nirxên mirovahiyê ye. 
 
DEM DEMA XWEDÎDERKETINA LI ZIMANE
 
Di serdema nû ya perwerdehiyê de em banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin. Heta perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn û bi awayekî qanûnî bê mîsogerkirin têkoşîna me dê bidome. Em dibêjin berxwedan ziman e û li dijî zextên li ser zimanan û ji bo mîsogerkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê, dem dema bilindkirina têkoşînê û xwedîderketina zimanê dayikê ye.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Zimanê me hebûna me ye” bi dawî bûn. 
 

Sernavên din

14/09/2022
09:00 Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
09:00 Bi hezaran kes dê li dijî talankirina xwezayê berê xwe bidin Cûdî
09:00 SPT li Tirkiyeyê ye: Biçin çavkaniya tecrîd û îşkenceyê Îmraliyê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN
13/09/2022
19:50 Belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
19:08 Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin
17:38 Bijîşk ji girtiyê nexweş re ne nexweşî ‘sûcê’ wî pirsî!
17:32 Rêxistinên Hawirdorê: Talana li Wan û Colemêrgê taleneke tirsnak e
17:07 Projeya avahiyên komelî ya Erdogan: Girtîgeha Tîpa Sûrê!
16:54 Du kesên pere ji DAIŞ’ê re dişandin hatin girtin
16:47 WHO: Rîskeke mezin heye ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
16:45 Tirkiyeyê kolberek qetil kir
16:26 YNK: Ji bo namzetiya serokkomariyê me û PDK’ê hêj li hev nekiriye
16:19 Nobeta Edaletê: Bila wezareta dadê berpirsyariya xwe pêk bîne
16:12 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bang kirin
15:33 Doza DÎAY-DER'ê: Şahidê nepen nehat danişîn hate taloqkirin
15:32 Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin
15:09 Şandeya HDP’ê li Xarpêtê ye: Em ê pirsgirêkan çareser bikin
15:01 Ji bo Meşa Cûdî ya li dijî qirqirina ekolojiyê bang kirin
14:52 Greva birçîbûnê ya Kiriklarê ket roja 17’an: Bêhiqûqî tê rewawkirin
14:47 Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin
14:33 Parêzerên Doza Kobanê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin
14:05 Wezaretê hejmara rojnamegerên girtî neda: Ev agahî raya giştî eleqedar nake
13:55 ÎSÎG: Di 8 mehan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:44 Mîçotakîs bersiv da Erdogan: Di berbangê de em li benda hatina we ne
13:35 Dozger ji bo rojnamevan Onver ceza xwest
13:28 Bulbul: Dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:04 Tevî biryara dûrxistinê hebû jî jinek hate qetilkirin
12:53 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş yên li ber mirinê berdin
12:39 Li nexweşxaneyê 35 rojan bikelemçekirî ma û ÎHÎK’ê salek piştre got; ‘binpêkirin tune ye’
12:38 ‘Divê serdana MÎT’ê ya li Iraqê bê lêkolînkirin’
12:30 Piştgirî dan Emîne Şenyaşar a tê darizandin
12:01 PDK bo artêşa tirk rê û çeperan çêdike
11:53 4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
11:30 Rojnameger Sînan Aygul hat girtin
11:20 Li Aydinê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin
10:53 Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Bîlgîn bi dozvenekirinê biencam bû
10:49 Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin
10:31 30 sal ne bes bû 3 mehên din jî ceza lê birîn
10:20 Parêzer Çakas: Divê CPT ji bêhiqûqiya Îmraliyê re bêje 'na'
09:41 Rojnamevanê ji ber ‘rojnameya qedexe’ dan peydakirin wê ji nû ve bê darizandin
09:38 DEDAŞ’ê û leşkeran bi ser gund de girtin
09:14 Xelkê Şirnexê li dijî talana xwezayê banga tevlibûna Meşa Cûdî kir
09:01 Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan
09:00 Dengbêj Silêmanê Şirnexî yê felc bûye dixwaze cardin wekî berê bistrê
09:00 Keça Apê Mûsa: Rojnamevanên li ser rêça bavê min tên girtin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'YAN
12/09/2022
23:27 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
21:00 Li Girtîgeha Bafrayê belesebeb ceza li girtiyan tê birîn
20:46 Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementerên HDP'î Semra Guzelê ziyaret kirin
20:12 Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin
18:43 Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn
18:26 Egîtîm-Sen: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me ye
16:39 Li girtîgehên Amed û Kilîsê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
16:16 Darbeya 12’ê Îlonê hat protestokirin: Heta ku zilm hebe dê berxwedan jî bidome
15:31 Li her bajarî daxwaza hevpar kirin: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
15:18 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan
15:14 Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin
14:56 Fîlmê ‘Nezouh’ ku çîroka kesekî penabertiyê red dike vedibêje xelat wergirt
14:45 Artêşa Ûkraynayê ber bi Luhanskê ve pêş dikeve
14:32 Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ
14:18 HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin
13:55 Jinan piştgirî da Semra Guzel a hate girtin
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da