Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan

  • rojane
  • 15:12 16 Îlon 2022
  • |
img
KONYA - Dozger xwest ku Lutfu Keleş ê 7 endamên malbata Dedeogûllari qetil kiribûn bê berdan. Parêzer Atîlla Kart jî wiha got: “Komkujiya ku pêk hat di wijdana civakê de hate mehkumkirin. Ji ber vê yekê divê ev komkujî bi vîneke serbest bê nîqaşkirin.”
 
Beriya ku di 30’yê Tîrmeha 2021’an de li navçeya Merama Konyayê 7 ferdên malbata Dedeogullari bên qetilkirin, di 12’ê gulana 2021’an de ferdên ji malbatên Keleş û Çalik êrişek nijadperestî li dijî ferdên malbata Dedogullari kiribûn. Têkildarî vê êrişa nijadperest derbarê êrişkaran de doz hatibû vekirin. Danişîna pêncemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Konyayê hate dîtin.
 
Danişîna ku parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) tev li bûn de Çetîn Dedeogûllari yê yekane kesê ji malbatê sax mayî amade bû. Ji bersûcan Ayşe Keleş, Velî Keleş û Yahya Çalik li dadgehê amade bûn û bersûcên girtî Alî Keleş ê kurê Welî û Lutfu Keleş bi SEGBÎS’ê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir, bi xwendina mutalaya têkildarî esasê ya dozger berdewam kir. 
 
DOZGER XWEST BÊ BERDAN
 
Dozger di mutalaaya xwe de diyar kir ku divê bersûc ji xala TCK’ê ya 87-3’yan bên darizandin û da zanîn ku bersûcan sûcê “binpêkirina destnedayîna xanî” kiriye lê “binpêkirineke biçek” nîne, êriş li ser kuştinê ye û parastinên bersûcan li ser xwe xelaskirinê ne. Dozger xwest hemû bersûc bên cezakirin, girtina bersûc Velî Keleş bidome û bersûc Lutfu Keleş ê girtî bi şertê kontrola edlî bê berdan. Dozger, xwest di heman demê çeka di bûyerê de hatiye bikaranîn bê desteserkirin û radestî rêveberiyê bê kirin. 
 
‘NE MIRIN HATIN QETILKIRIN’
 
Dozgeriyê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane îfadeya “mirinê” bikar anî, parêzeran bertek nîşanî vê da. Parêzer Atîlla Kart ê têkildarî mutalaayê mafê axaftinê girt, wiha got: “Ev miron ne mirin, hatin qetilkirin. Ev lêpirsîn bi awayê hiqûqî seqet e. Ev seqetî bandorê li darizandinê jî dike. Di van şertan de ne pêkan e ku darizandineke adil pêk bê.”
 
Kart, destnîşan kir ku “Di burokrasiyê de çetebûn heye” û bal kişand ku girtekên winda û hatine revandin hene. 
 
DI NAVBERA BERSÛCAN DE DABEŞKIRINA KAR
 
Kart, destnîşan kir ku tespîtên bersûcan hêj di serî de sûc girtine ser xwe û di navbera xwe de dabeşkirine hene û got: “Dozger vê rewşê paşguh dike. Delîl tên reşkirin. Ev mijar di navbera bersûcan û parêzerên wan de hate axaftin. Arastekirina dozger, leşker û polîsan a di vê mijarê heye.”
 
Kart, axaftina xwe wiha domand: “Komkujiya ku pêk hat di wijdana civakê de hate mehkumkirin. Ji ber vê yekê divê ev komkujî bi vîneke serbest bê nîqaşkirin.”
 
‘BI SEDEMÊN NIJADPEREST PÊK HAT’
 
Dû re parêzer Abdûrrahman Karabûlût destnîşan kir ku ev êriş bi sedemên nijadperest hate kirin û da zanîn ku şandeya dadgehê bi israr daxwaza wan a ji bo yekkirina dosyayên komkujî û êrîşê red dike û anî ziman ku nepêkane her du dosya bi rengekî serbixwe ji hev bên nirxandin.
 
Pişt re parêzer Ebrû Akkal jî ji bo li dijî mutalaayê parastinê bikin dem xwest û diyar kir ku daxwaza dozger a derbarê berdana bersûc de qebûl nakin. Akkal, xwest ku hemû bersûc bên girtin û polîs Îlyas Boztaş weke şahid bê guhdarkirin. Parêzerên bersûcan ên mafên axaftinê wergirtin jî ji dadgehê dem xwest. 
 
DAXWAZA BERDANÊ NEHAT QEBÛLKIRIN
 
Heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û biryar da ku tedbîrên kontrola edlî yên li dijî bersûcan Alî Keleş, Ayşe Keleş, îbrahîm Keleş, Velî Keleş û Îbrahîm Çalik berdewam bikin, qebûl nekir ku îlyas Boztaş weke şahid bê guhdarkirin, daxwaza kifşkirina cihê bûyerê red kir, daxwaza têkiliyê bi telefonê ya qatilê tetîkêş Mehmet Altûn û di navbera 112 Acil de di dosyayê de cih bigire red kirin û daxwaza girtina bersûcênn ku negirtî tên darizandin red kirin, biryara berdewamkirina girtina Alî Keleş ê kurê Welî û Lutfu Keleş da.
 
Danişîna ku tê payîn wê biryar bê dayîn taloqî 28’ê cotmehê hate kirin. 
 

Sernavên din

19/09/2022
14:29 Zilaman li du bajaran tundî li jinan kirin
14:27 Gelê Rojhilat ji bo Mahsa Amînî dest bi greva giştî kir
14:20 Derbarê polîsê parêzer birîndar kir de îdianame hate amadekirin
13:23 Odeyên Avahîsazan ji bo îhaleya firotina taxê hişyarî da: Dê temînatên we bên bloqekirin
13:22 Li Romayê hezaran kes di konsera ‘Ji Ocalan re Azadî’ de hatin cemhev
12:57 Ji bo cenazeyê Keve yê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da ambûlans nehate dayîn
12:48 Mûsa Anter dê li cihê hatiye qetilkirin bê bîranîn
12:39 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Dê têkoşîn bidome
12:19 Ferît Şenyaşar: Dozger li şûna dozê vekin tên malbata me lêkolîn dikin
12:16 Leyla Guven: Serdest ji miriyan çi dixwazin?
12:08 Berdevka YPJ’ê: Pêngava me gihişt armanca xwe
11:42 Li rojnamevan Hatîce Şahîn 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
11:35 ÇEVDER: Divê pêşî li qirêjiya Golan Wanê bê girtin
11:19 Rapora Hengawê ya Îranê: 38 kes birîndar bûn, 13 kes hatin girtin
10:56 Li Hezexê rêza ‘xizaniyê’
10:55 Ciwanên HDP’î yên hatin berdan: Piştgiriya Şenyaşar kirin mijara sûc
10:54 Ev 5 sal in ji bo keça xwe li edaletê digerin: Cihê kujer ne kolan lê girtîgeh e
09:48 Îbrahîm Ayhan vegotin: Di rizgarkirina Kobanê de rola wî mezin e
09:07 Welatiyên ku tev li meşa Cûdî bûn: Destên xwe yên qirêj ji xwezaya me bikêşin
09:07 'Bidestxistina mafê perwerdehiya bi kurdî di destê kurdan de ye'
09:06 Li Wanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike
09:05 ‘Hevdîtina bi Ocalan re daxwaza raya giştî ya demokratîk e’
09:05 Bersiva Wezaretê ya li ser birîna daran: Em daristanê ciwan dikin
09:04 Di doza Kemal Kûrkût de îfadeyên binakok ên polîsan: Di destê wî de perend hebû
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:55 Fînalîstên tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyar bûn
18/09/2022
23:59 Li Girtîgeha Akçadagê Bariş Keve bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
22:10 Li Silopiyayê Atolyeya Zarokan hate lidarxistin
21:57 Tûra dûçerxê ya Jinên Xemilandî hat betalkirin
18:14 Li Geverê wesayîtek gêr bû: Welatiyek mir yek jî birîndar bû
16:36 Li Geverê operasyona leşkerî: 10 gundî hatin binçavkirin
16:24 Nîqaşên jin û aştiyê: Armanca jinan avakirina civakeke wekhev e
16:00 Pakîstan Demîr tevî 5 biryarên ‘dûrxistinê’ jî hate qetilkirin
15:46 ‘Mafên demokratîk li Enqereyê bi darbeya sivîl hatine binpêkirin’
15:08 Çalakiyên li Îranê berdewam in: Jinan pora xwe jê kirin
14:34 Wezaretê got ku sedema rabûna lehiyan şaredariya AKP'î ye
14:25 TJA: Em têkoşîna nasnameyê ya Mahsa Amînî ji bîr nakin
13:56 Aydenîz: Bila kesek li ser kurdan hesaban neke
13:25 Hovîtiya leşkerên Azerbaycanê: Jina ermen a leşker tecawiz kirin û bi îşkenceyê qetil kirin
13:04 Tirkiyeyê êrişî gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
12:21 Li Pirsûsê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
12:20 Der barê kesên ‘33 Rêwiyên Hêviyê’ bi bîr anîn de îdianame hat amadekirin
11:53 Şêwirmendê Peker hat binçavkirin
11:49 Rojanemeger Ezmî: Divê Tirkiye di mijara DAIŞ’ê de bi agir nelîze
11:09 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 559’an de didome
11:03 Baroya Şirnexê ji bo qirkirina daristanan cara duyemîn serlêdan kir
10:49 Li Çewlikê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:34 Li Silêmaniyeyê 3 rojnamevan hatin binçavkirin
10:31 Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter diyar bûn
09:57 Xwendekarên ODTU'yê ku tev li Meşa Cûdî bûn: Em ê li her derê têbikoşin
09:12 '3 meh in em nikarin bi zarokên xwe yên girtî re biaxivin'
09:02 'Hêzên demokrasiyê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan rêyekê peyda bikin'
09:01 Ferît Şenyaşar: Pirtûka 'Adalet'ê xulaseya qîrîna malbata me ye
09:01 Îdare dixwaze mazgalên deriyên hucreyan bigire
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2022'YAN
17/09/2022
22:04 Zeraq li ser 'Rengê Hebûnê' axivî: Duzimanîbûn ji bo me mirin e
18:27 Ji bo tevlî Meşa Cûdiyê nebin 11 saetan hatin sekinandin
16:51 Amînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin bi girseyî hate veşartin
16:46 Li Cûdî bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan: Rêya me rêya azadiyê ye
16:42 Li Dîlokê qirkirina xwezayê hat şermezarkirin
16:36 Di lêpirsîna derheqê kesên tev li Nobeta Edaletê bûyîn de biryara neşopandinê hat dayîn
16:19 Îşkenceya li Guzelê hate kirin bi gotina ‘fikra kesayetî ye’ hate îadekirin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Durmaz bên berdan’
15:39 Bi hezaran kes li dijî şer û talanê li Cûdî ne
15:15 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû
14:43 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag re got: Daxwaza me edalet e
14:36 ‘Biryara demborînê nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye’
14:19 Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin
14:10 ANF: 5 HPG’î di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan
13:59 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn
13:40 HDP dê li Egeyê bi gel re bicive
13:30 Kalê 84 salî bi gopalê xwe tev li Meşa Cûdî bû
12:27 Di navbera Tacîkîstan û Kirgizîstanê şer derket
12:11 Ji alîgirên Amedsporê re doza 'nerabûna ser piya ya Sirûda Îstîklalê’ hate vekirin
12:01 Kesê jê re digotin ‘ji tîma sûîqestê ye’ boyaxvanê emniyetê derket
11:42 Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim
11:20 Du baskên Meşa Cûdî gihiştin hev: Em destûr nadin bêmirovbûnê
10:12 Ji bo 16 rojnamegeran serî li AYM’ê dan
10:06 Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût li Silopiya ne
09:45 Îsraîlê ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
09:44 Kilinç ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:30 Li bajarê pîşesaziyê Dîlokê tu kes ji şertên jiyanê ne razî ye
09:02 Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand
09:02 Ji ber tirşiyê ceza li girtiyan hatiye birîn!
09:01 ‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin'
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:51 Ji Serhedê ber bi Cûdî ve ketin rê
16/09/2022
21:20 Li Kercewsê dozger xwe kuşt
20:44 Sancar malbata Hakan Arslan ziyaret kir
20:37 Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan
20:09 Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne
19:53 Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn