* Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke ku aliyên wê yên navneteweyî jî hene û got ku, tecrîd bi biryara DMME'yê hatiye tescîlkirin û veguheriye biryareke darazî.
* Li Girtîgeha Erzinganê ya Tîpa T'yê ji ber çêkirina tirşiyê cezayê dîsîplînê li girtiyan hatiye birîn.
* Welatiyên ku li bajarê pîşesaziyê Dîlokê nikarin debara xwe bikin, diyar kirin ku heqdesta digirin têra kirê, xwarin û mesrefên tenduristiyê nake û xwestin dawî li vê rewşê bê.
* Berpirsa Têkiliyên Derve ya TAJÊ Delîla Suham Şengalî anî ziman ku jinên êzidî xwe li dora pergala Neteweya Demokratîk birêxistin dikin û got: "Li cihên ku pergala Neteweya Demokratîk hatiye avakirin jin pêşengtiya gel dikin."
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 558’emîn de berdewam dike.
*Li dijî talankirina xwezayê di pêşengtiya KCD, TJA, DBP, HDP û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopoyamyayê de dê ber bi çiyayê Cûdi ve meş bê lidarxistin. (10.00-18.00) ZINDÎ
* Xizmên windakiriyan û ÎHD, dê li Amed û Êlihê çalakiyên “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar bixin. (11.00-12.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên windakirî bipirsin û faîlên wan werin cezakirin dê çalakiya xwe ya 912’emîn a vê hefteyê wek onlîne li dar bixin. (12.00)
* Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li pêşiya Sûmerbanka Kevin a Konaka Îzmîrê daxuyeniyekê bide çapemeniyê. (13.00)
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê çalakiya “Rûniştina F” a 547’emîn, dê li pêşiya avahiya komeleya xwe li dar bixe. (13.30)