ŞIRNEX - Bi hezaran kes ji bo Meşa Cûdî li dijî “Hilweşandina Şer û Talana Xwezayê” li Şirnexê kom bûn.
Di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve meşeke mezin tê lidarxistin. Ji bo meşa bi dirûşmeya “Em li dijî Hilweşandina Şer û Talankirina Xwezayê” tê lidar xistin ewilî ji bajarên Serhedê ketin rê. Gelek kesên li Wanê gihiştin hev, li navçeya Kercews a Êlihê bi baskê din ê meşe re gihiştin hev.
HEMÛ BASK BÛN YEK
Bi sedan kesên ku ji metropolên Tirkiyeyê û Amedê hatin ku Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û ekolojîst di nav de li Êlihê kom bûn. Girseya di ketina bajêr de gihişt hev li Kercewsê bi baskê ku ji Serhedê re hatin bûn yek û ber bi navçeya Hezex a Şirnexê ve bi rê ketin. Piştî kontrolkirina nasnameyan destûr dan girse derbas bibe.
Bi sedan kesên ku ji Riha, Dîlok, Edene, Mêrsîn û Mêrdînê hatin ku Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî di nav de li navçeya Nisêbînê kom bûn. Di vî baskê ku ji 7 heta 70’ê salî mirov tev li bûn de ber bi Cizîrê bi rê ketin û di rêya derdora Cizîrê bi baskê din re bûn yek. Girse ji vir ji bo tev li Meşa Cûdî bibin bi wesayîtan derbasî qada Milga Şantiye bûn.