AMED - Li herêma Gorese ya navçeya Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Artêşa tirk duh di saetên şevê de li herêma Gorese ya navçeya Pîran a Amedê dest bi operasyona leşkerî kir. Hat zanîn ku di çarçoveya operasyonê de gelek leşker û endamên hêzên taybet sewqî herêma operasyonê hatine kirin.
Herêma Goreseyê ji gundên Heredan, Şingirika û Jorîn pêk tê ku ev gund di salên 90’î de hatibûn valakirin.