* Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç diyar kir ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan hiqûq hatiye binpêkirin û got ku demildest divê dest ji polîtîkayên tecrîdê bê berdin.
* Ji girtiyê nexweş Îsmet Gunden ê nayê berdan "heqê xwarinê" hatiye xwestin. Hevjîna wî Koçer Gunden got: "Dewletê hevjînê min xistiye girtîgehê û bi ser de jî pere dixwaze. Ev zilm e."
* Hevserokê MED- DER’ê Rifat Ronî diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo qursên kurdî heye û got ku lewma wan dema qeydan dirêj kiriye.
* Rojnameger Pune Aştiyanî ku geşedanên li Îranê dişopîne diyar kir ku xwepêşandana niha naşibe yên berê û got: “Hikûmet ji bo ku vê çalakiyê bêdeng bike heta ji dest tê doza tundiyê zêde dike. Lê tu hêz nikare vê çalakiya mezin rawestîne."
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 563’yemîn de berdewam dike.
* Danişîna doza derbarê rojnamevan Nûrcan Yalçin de hatiye vekirin wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin (09.00-17.00)
* Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, wê li Navenda Giştî ya partiya xwe di civîna heftane ya asayî de wê rojevê binirxîne. (11.00) ZINDÎ
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin dê li pêş Amed û Îzmîrê berdewam bike (11.00-16.00) ZINDÎ
* Koma Xebata Tifaqa Kurdistanî wê têkildarî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrrojhilat daxuyaniyê bide. Wê li gelek bajaran jî çalakî bên li dar xistin. (12.00-19.00)
* Şaxa OHD’a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
* Parêzerên endamên ÇHD’ê dê têkildarî rewşa Sîbel Balaç di rojiya mirinê de û li qawişa girtiyan a li Nexweşxaneya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqereyê tê ragirtin wê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)
* Danişîna doza têkildarî Komkujiya Vartînîs ku di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li Mûşê qewimî de hatiye vekirin, wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê bê dîtin. (15.30)