SAMSÛN- Li Samsûên karkerê 67 salî Yûsûf Goktaş ku ji qata 10'an a înşeatê ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Buyukkolpinar a navçeya Atakûm a Samsûnê karkerê înşeatê Yûsûf Goktaş ê 67 salî ji qata 10'an a înşeatê ket xwarê. Goktaş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Goktaş ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Samsûnê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.