NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk bi balafirên bêmirov ên biçek êrişî navenda bajarokê Til Izêr ê Şengalê kir.
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Şengalê berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; balafirên bêmirov û biçek ên artêşa tirk êrişî navenda bajarokê Til Izêr ê Şengalê kir. Hat zanîn ku êriş saet di 15.20’an de hat kirin.
Têkildarî encamên êrişê heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.