NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi balafirên şer êrişî çoltara bajarên Akre û Amêdiyê kirin.
Balafirên şer ên dewleta tirk gundên Kurtka û Mêrgerêş ên girêdayî bajaroka Dînarte ya nêzî Akre û Amêdiyê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê li herêmê şewat derket. Rojnewsê ragihand ku di bombebaranê de kesê jiyana xwe ji dest nedaye.