Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere

  • jin
  • 11:39 26 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka EFA’yê û endama Partiya Piştevaniyê ya Baskê Lorena Lopez De Lacalle diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd bo jinên ewropî bûye hêvî û wiha got: “Êrişên li dijî Rojava berdewam in û ji ber van êrişan jî dibe ku hemû cîhan demên zehmet derbas bike. Ev êriş dê li ser hemû cîhanê xetereyê çêbike.” 
 
Tevgera jinên Azad (TJA), 4’emîn Konferansa Jinan li Êlihê bi tevlibûna gelek jinan li dar xist. Yek ji beşdarên konferansê jî Seroka Tifaqa Azadiyê ya Ewropayê (EFA) ku ji 43 partiyên siyasî yên Ewropayê pêk tê û endama Partiya Piştevaniyê ya Baskê Lorena Lopez De Lacalle bû. Lorena Lopez, da zanîn ku weke parçeyeke xebatên ji bo mafên jinan û mafên mirovan li Ewropayê dimeşînin beşdarî konferansa TJA’yê bûne.  
 
Lorena Lopez De Lacalle
 
Lorena Lopez destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd ji bo jinên ewropî jî bûye hêvî û Şoreşa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist. 
 
'GELEK TIŞTÊN KU EM JI ROJAVA HÎN BIBIN HENE’ 
 
Bi domdarî Lopez diyar kir ku welatên Ewropî heyrana şoreş û têkoşîna bi pêşengtiya jinan li Rojava pêş dikeve ne û wiha got: “Bo me ya herî girîng ew e ku ji her temen û herêmê jin, ji bo avakirina civakeke nû, xwîşk û biratî, aştî û veguherandina civakê li eniyên herî pêş têdikoşin. Tevî ku li gelek deveran rastî êrişan tên jî, li ser bingeha femînîzmê li ber xwe didin û têdikoşin. Em bi gel û jinên Rojava re ne. Pergala nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewqas xurt e ku dikare li tevahiya Ewropayê bikeve meriyetê. Me ewropiyan digot ku derheqê rêveberî û berxwedanê de her tiştekî dizanin lê wisa nîne û em tiştekî nizanin. Gelek tişt hene ku em ê ji Şoreşa Rojava hîn bibin.”
 
TALÛKEYÊN KU DÊ ÊRIŞ BI XWE RE BÎNIN
 
Di berdewamê de Lopez bal kişand ser nêrînên xwe yên derheqê jinên kurd ên pêşengtiyê ji şoreşê re dikin û wiha derbirî: “Me sînevîzyona ku dîroka têkoşîna jinên kurd vedibêje temaşe kir. Me fîlma we temaşe kir û têkoşîna we ya bênavber a 40 salan temaşe kir. Tevî ewqas êrişan jî hêjta daxwaza we ya aştî û azadiyê heye. Lewma em piştgiriyê didin we û dê ev piştgirî bidome jî. Ji ber ku hûn di demên zehmet re derbas dibin. Êrişên li dijî jinan ên li Rojava zêde dibin û bi van êrişan re dibe ku cîhan bi talûkeyên zehmet re rû bi rû bimîne.” 
 
'OCALAN RÊBERÊ GEL E’
 
Lopez, destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin daxwaza jinên kurd a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di mijara azadiya jinên kurd û Ocalan de em piştgiriyê didin aştî, pêkvejiyan û azadiya Ocalan. Ocalan ev 23 sal in tenê di girtîgehê de nayê girtin, her wiha nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike, ji her tiştekî bêpar e û di tecrîdê de ye. Ev yek ne tenê li dijî qanûnên navneteweyî ye, di heman demê de binpêkirina rêgezên mirovî ne. Ew rêberek e, rêberê gelê kurd e û ev demekî dirêj e aştî û pêkvejiyanê diparêze. Rêbereke ku modêla Rojava derxist holê. Lewma em piştgiriyê didin wî û hêvîdarin ku di demekî herî kin de azad bibe.” 
 
'ZÛ YAN JÎ DERENG DÊ AZAD BIBE’
 
Bi domdarî Lopez, mînaka Serokê Dewletê yê Efrîqeya Başûr ê Berê Nelson Mandella bi bîr xist û wiha pê de çû: “Welatên cuda şahidiya azadiyên bi vî rengî kirin. Mandella azad bû ji ber ku ew rêberê gelê xwe bû û ji bo aştiyê jî diviya azad bûbûya. Zû yan jî dereng, Tirkiye jî dê neçar bimîne ku Ocalan berde. Mecbûr in ku Selahattîn Demîrtaş û her kesên daxwaza aştiyê dikin jî berdin. Ji ber ku tekane daxwaza heyî demokrasî ye. Em ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin.” 
 
'JI ZÛ VE GUHERÎN DEST PÊ KIRIYE’
 
Lorena Lopez, bi lêv kir ku mêtingerî û kapîtalîzm, têkoşîna gelan asteng dike û ev tişt anî ziman: “Divê ev rewşa li cîhanê nekare pêşî li me bigire. Divê ji bo avakirina civekên baş ên ji bo her kesî, em xebatên xwe berdewam bikin. Em baş pê dizanin ku guherîn hêj ji zû ve dest pê kiriye û dê bidome jî.”
 
'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDAN REFERANS GIRTIN’
 
Anarşîst Ines Morales Bernardos ku ji Yewnanistanê beşdarî konferansê bûbû jî têkildarî mijarê nêrînên xwe wiha parve kir: “Yewnanistan, têkoşîna azadiyê ya gelê kurd referans digire. Ji bo girtiyên siyasî yên kurd ên li Yewnanistanê û êrişên li dijî Rojava, me dest bi kampanyayên piştevaniyê kir. Em, dilxwaziya kurdan a ji bo têkoşînê ji xwe re referans digirin. Her wiha têkoşîna Ocalan a ji bo azadiyê jî ji hêla gelan ve tê zanîn.” 
 
Ines Morales Bernardos
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel- Eylem Akdag
 

Sernavên din

27/09/2022
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin