* Parêzer Fabîo Marcellî bang kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan demildest bê rakirin û got: "Ger Ocalan di şert û mercên azad de karibe bixebite û hilberîne, ev dê bibe bibe destkeftiyeke global."
* Li Tirkiyeyê piştî Rewşa Awarte bi dehan radyo hatibûn girtin, lê li herêmê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve gelek radyoyên “derqanûnî" hatine vekirin. Radyoyên ku di bin banê qeymeqamtî û şaredariyên qeyûman de hatine avakirin, wekî haleta şerê taybet tên bikaranîn.
* Li gundên Şahaban û Eyntirtê ji salên 70’yî ve petrolê tê derxistin. Şeniyên her du gundan diyar kirin ku petrola tê derxistin bandorek nebaş li wan dike û xwestin ku stasyona petrolê ya li gund bê betalkirin.
* Li şûna avahiyên dîrokî yên tescîlkirî yên li Sûrê ku di dema qedexeya derketina derve de hatibûn xerakirin, avahiyên dûrî tevna dîrokî ya bajêr hatibûn çêkirin. Şêniyê navçeyê Alî Uzmez ê xaniyê wî hatiye xerakirin got ku ew avahiyên ku hê temam nebûne hildiweşin naxwazin.
* Ji Komîteya Peywendiya KJAR'ê Berîvan Şaho diyar kir ku gel ji bo guhertina pergalê serî hildaye û wiha got: "Gelên Îranê êdî pergala heyî qebûl nakin. Daxwazên wan tenê ne daxwazên neteweyekê ne yan jî daxwazên civakekê, daxwazên hemû girseyên azadîxwaz e."
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 568’emîn de berdewam dike.
* Danişîna doza derbarê parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel hatiye vekirin dê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)
* Danişîna Doza Kobanê, wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were dîtin. (10.00)
* Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tûncer Bakirhan wê li Baroya Rihayê bi nûnerên saziyên sivîl ên civakî re bicive. (10.00)
* Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û înfazên wan hatin şewitandin bên berdan dane destpêkirin dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)
* Şaxa ÎHD’a Amedê li dijî binpêkirinên mafan û êrişên dijwar ên dewleta Îranê ku di çalakiyên şermezarkirina bi qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê dest pê kirin de qewimîn dê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide. (12.00)
* Baroya Amedê wê têkildarî biryar û pêkanînên nehiqûqî yên di dosyaya doza cînayeta Tahîr Elçî de pêk hatin, li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (14.00)
* Rêxistina HDP’a Mêrdînê, ji bo 20 kesên di qezaya Dêrîkê de jiyana xwe ji dest dabûn dê li ber avahiya partiyê mewlîdê bide. (17.00)
* Dengbêj wê bi organizasyona Şaredariya Silopiyayê, li tesîsên sporê klamên xwe bistirên. (20.00)