NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Girkê Legê. Di êrişa li dijî wesayîtekê de 2 kes hatin qetilkirin.
Hat diyarkirin ku Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş biriye ser wesayîteke li ser rêya gundê Til Ceman ê navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişloyê. Li gor nûçeya Rojnewsê, di êrişê de du welatî hatine qetilkirin.