AMED - Li ser medyaya sanal bi hezaran kesî bi hastaga: #ZindandalardaKatliamlaraSon bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.
Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li ser medyaya sanal kampanyaya #ZindandalardaKatliamlaraSon
(dawî li qetlîama li zindana bînin) da destpêkirin.
Bi hezaran kes piştgirî dan kampanyayê. Kesên piştgirî dan kampanyayê di parvekirinên xwe de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin girtiyên nexweş demildest bên berdan.
Çend parvekirinên li ser medyaya sanal hatine kirin bi vî awayî ne:
"Ömer ÖCALAN @omerrocalan Em li dijî bêhiqûqî, îşkence, mirin û qetlîamên li girtîgehan dengê xwe bilind dikin. #ZindanlardaKatliamlaraSon
DBP
@DBP_GenelMerkez33d Divê em li dijî hiqûqa ku tu mafên girtiyan nas nake, zext û zordariya li girtîgehan dengê xwe bilind bikin.
#ZindanlardaKatliamlaraSon
Herdem Merwanî @herdem_merwani Ji hemû girtiyên nexweş re azadî! #ZindanlardaKatliamlaraSon"