‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’

  • rojane
  • 12:32 28 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Berdevka Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da zanîn ku Lijneyên Rêveberî û Çavderiyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin û wiha got: “Divê ev lijne di zûtirin demê de ji holê bên rakirin.”
 
Rêziknameya Têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Hikûmxwaran a Wezareta Edaletê di 29’ê kanûna 2020’an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Lijneya Rêveberî û Çavderiyê ku di destpêka sala 2021’an de kete meriyetê û ji serokê midûrê saziyê, midûrê duyemîn ê ji çavdêrî û dabeşkirinê berpirsyar, karmendê rêveberiyê, bijîşkê girtîgehê, psîkiyatrîst, psîkolog, personeleke ji peywireke din a li serwîsa alîkariya psîko-sosyal peywirdar, mamoste, serkarmendê girtîgehê û peywirdarekê teknîkê yê ji hêla midûrê girtîgehê ve hatiye hilbijartin pêk tê. Ji ewil her 6 mehan carekê derheqê hemû girtiyan de raporê amade dikin bê ka “rewşa wî baş e yan na” lê piştre ev rapor her 3 mehan carekê amade kirin. Lê belê bi guhertina rêziknameyê re li gelek girtîgehan derheqê girtiyan de bi sedemên pir sosret rapora “rewşa wî baş nîne” amade dikin, cezayên disiplînê yên çend sal berê weke hincet nîşan didin û bi vî awayî jî înfazên girtiyan dişewitînin û nahêlin bên berdan. 
 
Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê di nava mehekê de înfaza 6 girtiyan hat şewitandin. Girtiyên bi navên Erdal Tuncel,  Abdulselam Ozbek, Adnan Karataş, Mehmet Şîrîn Bozçali, Mehmet Denîz Guzel û Îbrahîm Engîn, ji ber raporên Lijneya Rêveberî û Çavdvêriyê, nekarîn ji mafê xwe yê berdana bi şertê kontrola edlî sûd bigirin. Di heman demê de bi sedema ku 3 caran cezayê hucreyê lê hatiye birîn, înfaza zêdetirî 30 girtiyan hat şewitandin û bi vê yekê re cezayê wan derket 36 salan. 
 
Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê Ji bo girtiyên ku mafê wan ê berdana bi şertê kontrola edlî hatiye binpêkirin jî hincetên weke “av û ceyran bi teserûf bi kar ne anîn”, “beşdarî çalakiyên rêveberiya girtîgehê nebûn”, “car bi car li gorî qeydeyên rêveberiyê tevnegeriyan”, “bi serwîsa psîko-sosyal re hevdîtin nekirin” û “bi awayekî qismî li gorî plana razanê tevnegeriyan” nîşan dan. 
 
Her wiha Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Trabzonê ji bo girtiyekî 6 mehan rapora “rewşa wî baş e” nivîsand lê ji ber ku di dema berdana bi şertê kontrola edlî de pirseke lijneyê weke “mafê azadiya xweîfadekirin û raman” bersivandiye, 3 mehan cezayê wî hat taloqkirin. Di hevdîtina duyemîn a heman girtî de jî lijneyê got; “di dema lêgerînê giştî û qismî de û di dema hejmartinê de her çiqas bo xebatkaran astengî dernexistibin jî, ji bo alîkariyê hewl nedaye. Piştî hatine hikûmxwar heta niha di çarçoveya tevdîrên Kovîdê de 8 caran odeya wî hatiye guherandin. Hikûmxwarî deynê xwe yê ceyranê da ye lê di mijara bi kar anîna avê de em baş piştrast nebûn bê ka biteserûf tevgeriya ye yan na.” Cezayê wî 3 mehan taloq kirin. 
 
‘XWE WEKE DADGEH DIHESIBÎNIN’
 
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehên Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Nûray Çevîrmen têkildarî sepana şewitandina înfazan û sedemên wê axivî. Çevîrmen da zanîn ku Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgeh dihesibînin û tevdigerin û wiha got: “Heta bi ser dadgehan re tevdigerin û mafên girtiyan ên berdana bi şertê kontrola edlî binpê dikin. Lewma bi sedan girtî mexdûr bûne. Biryarên lijneyê bi zanebûn dereng ji girtiyan re tên ragihandin. Lewma jî gelek girtî nikarin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê derheqê nêzî 200 girtiyan de bi heman sedeman rapora ‘rewşa nebaş’ hatiye amadekirin. Heke dema berdana wan bihata, dê nekariyan derkevin.”
 
ZEXTA ‘POŞMANTIYÊ’
 
Bi domdarî Çevîrmen anî ziman ku hincetên weke “av û ceyran biteserûf bi kar ne aniye” tên nîşandan û wiha pê de çû: “Li tu deverekê cîhanê sûcekî wiha nîne. Neberdana girtiyan a ji ber vê sedemê, bûyereke sosret e. Hûn bi hemû daxwazên rêveberiya girtîgehê bikin jî vêcarê zexta ‘poşmantiyê’ li we ferz dikin. Anku berdan an jî neberdana girtiyekî siyasî ku bi salan di girtîgehê de ma ye, girêdayî ‘poşmantiyê’ ye. Girtiyekî li dijî sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ serî li AYM’ê da ye. Hêj wan bersiv nedaye lê zexta ‘poşmantiyê’ lê tê ferzkirin. Heke poşmantiyê qebûl bike, ev tê wê wateyê ku endamtiyê jî qebûl dike.”
 
‘PEYWIRA WAN EW E KU GIRTÎ JI WIR DERNEKEVIN’
 
Herî dawî jî Çevîrmen ev tişt anî ziman: “Peywira Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ew e ku nehêlin girtî ji girtîgehê derkevin. Divê ev sazî bi tevahî ji holê bê rakirin. Li Girtîgeha Boluyê ev 5 sal in tu çalakiyên sosyal nehatine kirin lê ji ber ‘beşdarnebûna çalakiyên rêveberiyê’ ceza tê birîn. Qala tesûrûfa avê dikin lê jixwe sînoreke bi kar anîna avê heye ku girtiyan derbas nekiriye. Bawerim di dawiya dawî de dê bibêjin li ser çavê te biriyên te hene. Li girtîgehan gelek binpêkirin hene.Di nava 9 mehan de 55 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Bi taybet jî divê Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ku weke ‘dadgehên paralel’ tevdigerin bên tunekirin. Hewceye rêxistinên civaka sivîl bikarin li girtîgehan venihêrînê bikin. Ji ber ku Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê û Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) di vê mijarê de bes nînin. Li cihekê ku saziya dewletê li saziyeke din a dewletê venihêrînê dike, başbûnek çênabe.”
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

27/10/2022
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin
12:22 CPJ: Bila Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde
12:12 Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin
12:01 DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse
11:56 Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin
11:41 Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin
11:37 Rojnameger Încî Aydin beraet kir
11:28 Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin
11:16 Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin
11:15 Parêzer Temûr: Ji ber ku rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû hat kirin
11:01 Parêzer dê li dijî îşkenceya li rojnamegeran hatiye kirin gilî bikin
10:37 Jinên girtî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:31 Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke
10:28 ‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze'
10:03 Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:28 Fîncanci ku hedef hatibû nîşandan hat binçavkirin
09:01 Nivîskar Karacabey: Desthilat hewl dide şûna çanda ku qedexe kiriye dagire
09:01 Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye
09:00 7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere
09:00 'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN
25/10/2022
23:15 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
23:10 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin
20:59 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:26 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
18:27 Raportorê PE'yê yê Tirkiyeyê Sanchez-Amor jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
17:56 Piştî 5 saetan pitika 45 rojî ya rojnamevan Aggozê birin cem wê
17:06 IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan
16:55 Rojnamevan Derya Ren hat girtin
16:36 Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin
16:33 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje