Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin

  • rojane
  • 13:33 28 Îlon 2022
  • |
img

DÎLOK -  Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Tifaqa Ked û Demokrasiyê tifaqeke dîrokî ye û wiha got: “Tifaq, tenê dê ji beşdarên xwe bisînor nemîne. Di rojên pêş de em ê vê tifaqê hêj berfirehtir bikin.” 

 
Endam û Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dîlokê taştê da nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl (STO). Taştê, li hotêleke li bajar hat dayîn û li gel Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji STO û Partiyên Siyasî Berpirsyar Tuncer Bakirhan, Berdevka Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê û Parlamentera Êlihê Feleknas Uca, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, gelek nûnerên STO, komele û partiyên siyasî yên bajar jî di taştê de amade bûn. Li eywana hevdîtinê pankarta “Ji bo mezinkirina têkoşîna Ked û Azadiyê em tên ba hev” hatibû daliqandin. 
 
‘EM Ê TIFAQA XWE MEZINTIR BIKIN’
 
Di hevdîtinê de Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan, got ku HDP ji hêla gel ve hatiye avakirin û wiha domand: “Bernameya HDP’ê ne li navendê lê ji hêla gel ve tê amadekirin. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê re hewl didin bo pirsgirêkên heyî çareseriyekê peyda bikin. Em li rêya demokratîkbûnê digerin. Navnîşana ku em bên ba hev jî mala kedkaran, jinan e. Em di erefeya avakirina  tifaqeke mezin de ne. Em ji bo damezirandina komareke demokratîk ketin rê. Me tifaqeke dîrokî ava kir. Dê tifaqa me tenê bi yên heyî re bisînor nemîne û dê hêj berfirehtir bikin. Em ê her kesên muxalîf û demokrat tev li vê tifaqê bikin. Rêya têkbirina desthilatdariyê, kombûna li ser vê maseyê ye. Tifaqeke din a bi navê milet heye lê di bernameya wan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tiştek nîne. Ji bo demokratîkbûnê tiştek nîne. Ji bo hemwelatiya wekhev tiştek nîne.”
 
BEŞDARAN PÊŞNIYARÊN XWE KIRIN
 
Piştî axaftina Bakirhan, Platforma KHK’ê ya Dîlokê, Odeya Endezyarên Xurekê, Komeleya Çepnîlîler, Komeleya Perwerde Çand Tenduristî û Piştevaniyê ya Gundê Tîlkîler, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSDK), DÎSK Genel Îş, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Partiya Çep a Kesk, Partiya Kedê (EMEP) û nûnerên Komeleya Pirsûsiyan a Rihayê têkildarî perwerde, xurek, KHK’iyan, çandinî, elewî, EYT, teqawidî, mafên mirovan û tifaqan de pirsên xwe kirin û pêşniyarên xwe pêşkeş kirin. 
 
ÇANDINÎ Û PERWERDE
 
Parlamenterê Rihayê Nûsrettîn Maçîn têkildarî pirsgirêkên hilberîn û xurekê axivî û da zanîn ku tu projeyên desthilatdariyê yên di vê mijarê de nînin. Maçîn, da zanîn ku ji ber guherîna avhewayê bi xetereyên pir mezin re rû bi rû ne û wiha derbirî: “Weke HDP’ê em kooperatîfbûnê esas digirin. Ji bo tenduristî û xurekan jî projeyên me hene. Xurekên nebitendurist nayên kontrolkirin û pergaleke li ser esasê rantê heye. Weke HDP’ê em her mehê bi zimanên kurdî û tirkî bultena çandiniyê derdixînin.” Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan jî pirsên derheqê perwerdeyê de bersivand û wiha got: “Di serdema AKP’ê de derbên giran li perwerdeyê hatin xistin. Zîhniyeta yekperest hat ferzkirin. Her kes ji hev hat cudakirin. Li dijî vê em jî xwedî çareserî ne. Konser tên qedexekirin. Her wiha mijara zimane dayikê heye. Kurdî nirxekî vî welatî ye û divê tirkek xwedî li kurdî derkeve. Perwerde, tenduristî û çandinî tevek girêdayî hev in. Em jî dixwazin van pirsgirêkan li ser bingeha demokrasiyê çareser bikin.” 
 
PIRGIRÊKÊN HERÊMÎ YÊN DÎLOKÊ
 
Piştre jî Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Togrul li ser pirsgirêkên bajar axivî û ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî, civakê ji hev parçe dike. Têkildarî pirsgirêkên herêman herî zêde partiya me pêşniyazname dane Meclisê. Cara ewil me derheqê pirsgirêkên Dîlokê rapor da Meclisê. Peywira me ew e ku pirsgirêkan bînin ziman. Weke muxalefet em nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Dîlokî nikarin tişta hilberandî bixwin, her deverê wê yê xweşik dane ber îmarê. Hasar Bodur li dijî vegurînê ev saleke li ber xwe dide û divê em xwedî lê derkevin. Em hewl didin hemû pirsgirêkên bajar bînin ziman. Em dikarin vê bi hev re bikin. Em dixwazin li ser vê xakê azad bijîn û vî welatî demokratîk bikin.” 
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ HDP YE’
 
Parlamenter Feleknas Uca jî destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên desthilatdariyê welêt ber bi xerabûnê ve biriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê dev ji vê konsepta şer berde. Hewceye em bi hev re li dijî van êrişan derkevin. Jin her roj rastî êrişan tên. Navnîşana çareseriyê jî HDP ye. Divê em hêj bêhtir li dora HDP’ê bicivin û Rêya 3’yemîn bi hev re ava bikin.” 
 
Piştî axaftinan jî Bakirhan spasiya beşdaran kir û bername bi dawî bû. 
 

Sernavên din

29/09/2022
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe
15:36 OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe
15:07 Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim
14:52 Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:28 HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir
14:20 Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kirin
14:18 Li dibistaneke Stenbolê cihêkariya navê kurdî li xwendekar tê kirin
14:09 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Ji malbata Ercan ku Soylu hedef nîşan dabû 10 kes di bin çavan de ne
13:54 Cenazeyê zêringirê winda hat dîtin
13:48 Dadgehê pirsa JÎTEM’ê asteng kir
13:44 HPG’ê têkildarî Mezîtliyê daxuyanî da
13:33 Gunay: Li dijî dîktator, dilê me bi berxwedana gel re ye
12:59 Sercerdevanê kujer ê ku cezayeke weke xelatê lê hatiye birîn spasiya dadger kir
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:07 SNJ’ê ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd re qart şandin
12:01 Yek jê jineke ducanî bi giştî 13 kes di êrişa rejîma Îranê de hatin qetilkirin
11:46 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
11:32 'Heta ku dayika Emîne neyê dîtin gelo dê hevhelalkirin çawa bibe?’
11:26 Wezaretê birîna daran a li Şirnexê wek ‘nûkirinê’ îfade kir!
10:52 Li Qilebanê 3 kes hatin binçavkirin
10:20 Pêşnûmepirs paşve hat şandin: Ma li vî welatî qedexeye ku mirov pirsa îstîfakirina Soylû bipirse?
10:11 Navnîşana polîsê ji îşkenceya bi kuçik tê darizandin nayê zanîn!
10:01 Di 29 salên etariyê de 6 pirtûkên bi kurdî nivîsand
09:01 Endama DÎB'ê Davûtoglû: Tifaqa Ked û Demokrasiyê bijardeyeke sêyemîn e
09:01 Li Şengalê polîtîkayên şerê taybet ên PDK û Tirkiyeyê
09:00 Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê de hê jî 'veşarî' ye
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:56 Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Êrişên Îranê dijminahiya Kurdistanê nîşan dide
28/09/2022
23:18 KNK'ê êrişa Îranê şermezar kir: Li dijî êrişan helwesteke neteweyî divê
19:44 Li Çiyayê Efkarê agir bi daran ket
19:05 Artêşa Îranê: Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji êrişan hebû
17:17 Li gundê Cibriyê û Kizir jin civiyan: Pêdivî bêtir bi têkoşînê heye
17:08 Bulbulê HDP’î: Dem dema rabûna ser pêyan e
16:53 Nehiştin Komîteya Mafên Mirovan biçe serdana Girtîgeha Hewlêrê
16:48 Hewl didin talana li Şirnexê bi brandayan veşêrin!
16:41 Îstîfaya Halbûsî nehate qebûlkirin
16:34 Li dijî îlankirina ‘Qada Sît a Xwezayî’ ya Gola Wanê doz vekirin
16:33 Li Çiyayê Bagokê li dijî kesên dar dibirîn êriş hat kirin: Kesek mir
16:24 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
16:22 Xizmên girtiyan: Êdî dengê me bibihîsin
16:10 Di doza rojnameger Demîr de dê mutalaa bê amadekirin
15:50 Faîlê Esma Başegmez piştî 3 mehan hat girtin
15:42 ‘Rêya aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe’
15:41 Jin beriya hilbijartinê kom dibin: Li 11 bajaran forum wê bê lidarxistin
15:25 Li Bismîlê qeza çêbû: 4 kes birîndar bûn
15:17 Pêşnûmeya Uca ya ji bo Ocalan bi hinceta ‘pirsên divê neyên kirin’ lê hat vegerandin
15:11 Baroya Dîlokê: Jîna Mahsa serhildana me ye
14:56 ÎHD’ê binçavkirina xebatkarên Şaredariya Mêrsînê şermezar kir
14:35 Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin
14:26 Di doza Demokratîk Modernîteyê de “perspektîfa dîrokî” hate destnîşankirin
13:50 Îranê êrişî baregehên partiyên kurd kir: 9 mirî, 32 birîndar
13:44 Malbata Şenyaşar: Her roja li ber deriyê edliyeyê tê derbas kirin ji bo rêveberan şermeke
13:33 Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin
13:02 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civake ne
12:32 ‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’
12:28 Jinên girtî li dijî hişmendiya mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:00 Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel
11:40 Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin
11:08 Di êrişa Tirkiyeyê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin
27/09/2022
23:46 Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin