AMED - Cenazeyê zêringir Omer Topdemîş hat dîtin ku li Farqînê wesayîta wî hatibû gulebarankirin û ji duh ve winda bû.
Duh li Taxa Camî ya Farqîn a Amedê wesayîta zêringir Omer Topdemîş bi awayekî gulebarankirî hatibû dîtin lê tu agahî ji Topdemîş nedihatin girtin. Cenazeyê Topdemîş îro hat dîtin. Piştî bûyerê, malbata Topdemîş dest bi lêgerînê kiribû û cenazeyê Topdemîş li çoltara Taxa Malabadî dîtin. Hat zanîn ku Topdemîş bi çekê hatiye kuştin û cenazeyê wî li Goristana Taxa Konakê hat definkirin.
Derheqê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de kesekê navê wî nehat zanîn, hat binçavkirin. s