ŞIRNEX- Polîsan îro di danê sibehê de li Cizîrê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de 3 welatî hatin binçavkirin.
Polîsan îro di danê sibehê de li taxên Sûr û Cûdî yên Cizîr a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Emrûllah Abay, Zekî Onen û Fatîh Yaşar hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.
Tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyan a li navçeyê zêdetir bibe.