NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke nû da destpêkirin.
Rejîma Îranê li dijî çiyayên Berbizinan, Seqer, Bêrme Sar û Helgurtê yên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke nû da destpêkirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê; rejîma Îranê li dijî çiyayên Berbizinan, Seqer, Bêrme Sar û Helgurtê yên navçeya Sîdekan a Hewlêrê û bajaroka Balekayetî êriş da destpêkirin.
Hat zanîn ku rejîmê herêmên navborî da ber topan û li herêmên navborî gelek sivîl jî dijîn.