ENQERE – Odeya Bijîşkan a Enqereyê di salvegera xwe ya 93'yan de xelata çapemeniyê da ajansa me.
Odeya Bijîşkan a Enqereyê, salvegera xwe ya 93'yan li Tesîsên Vîşnelîk ên Zanîngeha Teknîkê ya Ortadogûyê (ODTU) bi merasîmekê pîroz kir. Endamên desteya rêvebir ên Odeya Bijîşkan a Enqereyê, nûnerên odeyên pîşeyî, endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ridvan Tûran, Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê û Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû tevlî merasîmê bûn.
Piştî axaftinan merasîm bi dayîna plaketan dewam kir. Odeya Bijîşkan a Enqereyê "Xelata Taybet a Tenduristiyê da Şaredarê CHP'î yê Yenîmahalleyê Fethî Yaşar, di warê Tenduristî û Ewlehiya Karî (ÎSÎG) de jî xelat da Mûrat Çakir û Pinar Abdalê.
Odeya Bijîşkan a Enqereyê "Xelata Çapemeniyê jî layiqî Ajansa Mezopotamyayê (MA) dît. Endamê Desteya Rêvebir a Odeyê Ûmît Yşar Oztioprak xelat da. Li ser navê ajansa me nûçegihan Berîvan Altan xelat wergirt û diyarî 16 hevpîşeyên xwe yên girtî kir.