NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê 8 roj in herêmên Biradost û Balekayetî bi dijwarî topbaran dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatİN girtin nêzîkî saeteke Pasdarên Îranê her du herêmên Biradost û Balekayetî bi dijwarî topbaran dikin.
Li herêma Balekayetî deverên binarê çiyayê Helgurd, sînorê Gundejorê, Çîxî Derî û Bêrme Sarid her wiha li herêma Biradostê jî deverên Berbizina, gundê Perex û gundên Ketîne ji aliyê rejîma Îranê ve bi dijwarî tên topbarankirin.
Li gorî heman agahiyan hîna jî topbaran didome lê ziyanên canî û madî nehatiye zanîn.
Hêjayî gotinê ye ku 8 roj in Pasdarên rejîma Îranê bi dijwarî herêmên Balekayetî û Biradostê topbaran dikin.
Di 28’ê îlonê de rejîma Îranê navend û baregehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê topbaran kir û di encamê de heta niha yek jê jinek du canî 13 kes hatine qetilkirin û her wiha piraniya wan sivîl 58 kes jî birîndar bûn.