ŞIRNEX - Li Cizîrê Sidika Erdem û Hatîce Beytur ên endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di serdegirtina malên xwe hatin binçavkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê vê sibehê polîsan bi ser malên Sidika Erdem û Hatîce Beytur ên endamên Meclisa Dayikên Aştiyê de girtin. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û kelûpelên malan serûbin kirin. Polîsan piştî lêgerîna li malan Erdem û Beytur birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedema binçavkirina dayikan nehat zanîn.