ENQERE - Ji 9 jinên ku dema xwestin ji bo Jîna Mahsa Amînî daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan.
Jin ji bo Jîna Mahsa Amînî ku ji aliye “polîsên exlakê” ve hate qetilkirin li gelek bajaran Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daketin kolanan. Platforma Jinan a Enqereyê xwest li Cadeya Sakaryayê daxuyaniyekê li dar bixe lê ji aliye polîsan ve hate astengkirin. Di navbera polîsên ku Cadeya Sakaryayê dorpêç kirin û jinan de gengeşe derket. Di vê navberê de 9 jinên ku hatin derbkirin hatin binçavkirin.
Ji 9 jinên ku birin miduriyeta polîsan 5 jê piştî kontrolên tenduristiyê hatin berdan.