* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji derxistina xwe ya ji Sûriyeyê û anîna Îmraliyê weke “Komploya Sedsala 21’emîn” pênase dike û dibêje ku bi jiyînê re komplo vala derxistiye.
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 574’emîn de berdewam dike.
* Danişîna doza derbarê rojnamevan Ferhat Parlak de hatiye vekirin, dê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)
* Danişîna Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
* Danişîna doza derbarê sendîkavanên ku Hevserokên Giştî yên SES’ê jî di nav de hatiye vekirin wê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were dîtin. (10.00)
* Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, wê bi koma parlamentoyê re li ber Kampusa Girtîgehê ya Sîncanê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00-13.30) ZINDÎ
* Nûnertiya TGS’ê ya Amedê dê têkildarî “Qanûna Dezenformasyonê” ku di nava rojevên ewil ên Meclisê de ye dê li ber Şaxa PTT’ê ya Ofîsê daxuyaniyê bide. (13.00)