Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!

  • rojane
  • 12:47 4 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnameger Hayrî Demîr di danişîna doza xwe de qala nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe kir ku di bin çavan de hatibû windakirin. Di dema axaftinê de serokê dadgehê bi gotina “nêrînên xwe parve neke” nehişt Demîr parastina xwe bike.
 
Bi hinceta nûçeyên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derheqê rojnameger Hayrî Demîr de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Di dozê de ji bo Demîr heta 32 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. 14’emîn danişîna doza Demîr li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. 
 
Di danişînê de Nûnerê Şaxa Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapê (Basin-Îş) yê Enqereyê Turgut Dedeoglû, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, parêzara Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ulku Şahîn, Çavdêrê Dozan ê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Batûhan Durmuş û gelek rojnameger amade bûn. 
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de dozger îdia kir ku nûçeyên Demîr ên di sala 2016’an di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de hatine weşandin, pirtûka “Daketina ji Çiyê” (Dagdan Înmek), wêneyên di qerta hefizeyê de û nîşeneyên derheqê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sûc in.
 
Piştî mutalaaya dozger, danişîn bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) hat qeydkirin. Di danişînê de bi hinceta “qedexeya weşanê” nehat hiştin ku nîşe bên girtin. 
 
‘AWAYEKE CUDA YÊ CEZAKIRINA ROJNAMEGERAN’ 
 
Rojnameger di parastina xwe de destnîşan kir ku dozger, nêrînên çavkaniyan ên di nûçeyan de weke nêrîna wî nirxandiye û wiha got: “Ez, mutalaaya dozger qebûl nakim. Gelo ma di dema pêvajoya çareseriyê de çêkirina belgefîlma Meşa Çareseriya Demokratîk sûc e? Pêvajoya çareseriyê hebû û ev belgefîlm di wê pêvajoyê de bi awayekî qanûnî hat çêkirin. Tiştên ku min negotine weke min gotibin li îdianameyê hatine bicihkirin û ev jî awayeke cuda yê cezakirina rojnamegeran e.” 
 
‘GELO HEKE MIN ALÎGIRYA DAIŞ’Ê BIKIRA DÎSA DÊ BIHATIMA DARIZANDIN?’ 
 
Bi domdarî Demîr ev tişt anî ziman: “Ez di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de çûm Sûriyeyê. Heke hewce bike dê dîsa biçim. Divê rojnamegerek çavên xwe li bûyereke wiha negire. Heke biryara dadgehê ya derheqê min de nebûya, dê biçûma Îranê jî. Ez mereq dikim, gelo heke min alîgiriya DAIŞ’ê bikira dê dîsa bihatima darizandin an na? Ev nêzî 7 sal in ez li vê derê rojnamegeriyê diparêzim. Min rojnamegerî kir û dê bikim jî. Cezayên tên dayîn, dê li rojnamegeriyê bên birîn.” 
 
PARASTINA DEMÎR QUT KIR
 
Dema Demîr di parastina xwe de qala nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe dikir ku di bin çavan de hatibû windakirin, serokê dadgehê gotina Demîr birî û wiha got: “Hewl dide nêrîna xwe bi dadgehê re parve bike.” Di dema parastina Demîr de dadgehê gelek caran bi hinceta “heman tiştan dubare dike”, gotina Demîr qut dikir. 
 
Parêzerê Demîr, Ozdogan jî bertek nîşanî qutkirina parastina miwekîlê xwe da û got ku ev yek binpêkirina hiqûqê ye. Ozdogan, diyar kir ku miwekîlê wî nûçeyên ku di îdianameyê de weke sûc tên nîşandan diparêze û qutkirina parastina miwekîlê wî, binpêkirina mafê azadiya raman û xweîfadekirinê ye. 
 
Piştî parastinan jî şandeya dadgehê dem da Demîr û danişîna dozê taloqî 21’ê kanûnê saet 10.45’an kir. 
 

Sernavên din

31/10/2022
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’