ÊLIH - Li Êlihê di serdegirtinên malan de 9 kes hatin binçavkirin.
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daye destpêkirin de li navenda bajêr, li navçeya Hezo û Sasonê bi ser hin malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Huseyîn Akil, Nîzam Arzîk, Firat Barol, Îdrîs Yalçin, Adîl Karakûlak, Şafî Acar, Sertaç Altan, Îdrîs Demîr û Îbrahîm Onar hatin binçavkirin. 9 kesên ku sedemê binçavkirina wan nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.
Hate diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe